Dilsozê şoreşê: Şehîd Xebat Hîmo

Gerîlayê ji Rojava Xebat Hîmo ku li gelek herêmên welêt şer kir û canê xwe da têkoşîna azadiyê, mîna bi hezaran lehengên Kurdistanê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî.

Kî dizane ku çend keç û xortên vî welatî li ser teht û zinaran qîr kirin? Bila çiya vebêjin çîroka van lehengan. Bila çiya biaxivin. Ji ber ku çiya, di kûrahiya xwe de vedigerin çavkaniya xwe. Dikevin kûrahiya dîrokê û bi wî rengî digihêjin rastiya mirovatî û xwezayê. Qala gerîlayekî kirin… gerîlayek bi hemû bedewî û pir rengiya xwe qal kirin… belkî jî di bedewiya kesayeta wan de, wekî rengdayînê bê binavkirin. Mirov çiqasî bikeve kûrahiya dîrokê û çiyayên navê xwe dane bi hezaran lehengan rêz bike û yek bi yek çîroka wan bêje jî dê kêm bimîne. Her çiyayekî çîroka xwe spartiye lehengekî. Evîndarên axa welatê xwe jî her roj li ser wan çiyayan destanan dinivîsînin. Û navê xwe di dîroka wan çiyayan de bi tîpên zêrîn dinexşînin. Jiyana wan hemû bi dirûşmeya “An jiyanek azad dê hebe an jî wê qet nebe” wate digire. Pevçûna ronahî û tarîtiyê herî zêde wan di dilê xwe de hîs kirin. Wan di her berbangê de azadî û roj hembêz kirin. Wan di nava kêliyan de gelek tişt jiyan kirin û gelek tişt ji serê wan derbas bû. Lê yekîtiya ruh di dilê wan de timî zindî û biwate ma. Di demên herî bêhêvî de, di demên windabûna hezkirinê de jî wan hêviya xwe winda nekir û wan xwe li ser lingê xwe girtin. Em ê behsa wî bikin, behsa serpêhatiya gerîlayekî ji rojavayê welat bikin ku ji bo azadiyê li gelek herêmên welat gerîlatî kiriye. Em ê behsa Xebat Hîmo, dilsozê xebata azadiya welat bikin.

Di oxira azadiyê de berdêlên ku tên dayîn pîroz in. Her pîrozî têkoşîna ku li çiyayên Kurdistanê tê meşandin zêdetir bi wate dike. Li serê wan çiyayan bi hezaran destan hatin nivîsandin. Her lehengek bû destanek û ji bo pêşerojê navê xwe hişt. 

EW ZAROKEKÎ WELATEKÎ BÛ KU EVÎN, HÊVÎ Û XEYAL LÊ QEDEXEKIRÎ BÛN

Dilê wî bi qasî zarokekî paqij, bi qasî deryayekê mezin, bi qasî çiyayekî bihêz û carna jî bi qasî gulekî narîn e. Gerîla Xebat Hîmo, xebatkarê şoreşê. Ji gundê Hîmoyê yê girêdayî Qamişloyê ji dayik dibe ku vî gundî bi dehan ewladên xwe yên hêja dane Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ew zarokekî welatekî bû ku lê evîn, hêvî û xeyal qedexekirî bûn. Hîn di temenê xwe yê biçûk de ev yek ferq kiribû. Ji bo vê yekê ketibû nava lêgerînan. Lê hîna rêya xwe nedîtibû û ji bo ku rêya rast bibîne bi xwe re di nava şerekî pir dijwar de bû. Gerîla Xebat her ku mezin dibe navê Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê zêdetir dibihîze. Ji ber welatparêziya derdora xwe, xwe zêdetir nêzî tevgera azadiyê dike. Kelecana şoreşê ya di demên destpêkê yên Şoreşa Rojava de, bandoreke mezin li ser gerîla Xebat dike. Ji bo Rêber Apo yê ku kelecaneke bi vî rengî da gelê li Rojava û gerîlayên azadiyê ji nêz ve nas bike, sala 2011'an biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe.

EW JIYANA GERÎLATIYÊ WEK JINÛVE VEJÎNÊ PÊNASE DIKE

Çavên wî bi hêvî, bi azadî mêze dike. Wekî her ciwanekî Kurd, wî jî dixwest azadî û jiyana rast li çiyayan ava bike. Ji bo vê jî rêwîtiya wî mezin û biwate bû. Mezinahiya rêwîtiyê jî dibû mezinahiya îradeyê. Xebat, bi çirûskên ku ber bi asîmanan ve difirin dê hêvî, ken û keyfxweşiya xwe mezin bikira û wê di bayên lûtkeyên serê çiyayan de bê dawî bikira. Perwerdeya xwe ya bingehîn li qada Garê dibîne û bi awayekî serkeftî diqedîne. Gerîla Xebat bi kesayetiya xwe ya cewherî dibe cihê rêzê li nava hevrêyên xwe û di demeke kurt de hînî jiyana çiya û gerîla dibe û li cewhera xwe vedigere. Jiyana gerîlatiyê wekî jinûve vejînê pênase dike û bi vî awayî bi jiyana nû re dibe yek. Piştî ku li qada Garê pratîka xwe dimeşîne weke gerîlayekî Kurdistanê li herêmên cuda yên welat karê gerîlatiyê dike û di wî wextî de li rojavayê welat şerekî giran pêş dikeve. Di pêvajoya vê şoreşê de bi sedan ewladên leheng ên gelê Kurd şehîd dikevin. Yek ji van lehengan jî birayê gerîla Xebat bû. Ji bo tola birayê xwe hilîne ku ji bo siberoja azad a gelê Kurd şehîd bibû, û ji bo hêjayî hevrêyên şehîd bibe, biryar dide ku tevlîbûneke hîn xurt raber bike û li ser vê bingehê cardin vedigere qada Garê.  

BI PERSPEKTÎFÊN AZADIYÊ DEMEŞIYA

Rêhevaltî her tim dibe çavkaniya jiyana PKK’ê. Di milê jiyanê de timî bi dilpakî û bi girêdanekî mezin xwe nîşanî hevalbendiya PKK’ê dide. Wek Mazlûm, Kemal, û Xeyriyan. Bi kevneşopiya ku ji wan girtî û di rêyekî rast de dixwest wê kevneşopiyê bidomîne û bike jiyanek azad a civakê. Vê yekê jî bandor li hawirdorê dikir. Gerîla Xebat kesayetek wisa bû ku mîrateya tu hevalê xwe li erdê nedihişt. Hem di aliyê derûnî û bîrdozî de hem jî di aliyê rêxistinî û şerkirinê de bihêz bû. Û timî dixwest wê hêza xwe bide hevalên xwe jî. Xwedî li partibûyînê derdiket û ticarî ji pîvanên xwe tawîz nedida. Bi perspektîfên azadiyê dimeşiya. Xwe li her qadê perwerde dike û dibe milîtanekî mînak ê Apoyî. Bi berpirsyariya pêvajoyê baweriya xwe bi wê yekê tîne ku divê hîn bêhtir bi berpirsiyar tevbigere. Vê carê piştî ku demdirêjî li qada Garê pratîkên serketî dimeşîne berê xwe dide qada Metînayê. Gerîla Xebat li herêma Metînayê bi tevlîbûna xwe ya kedkar û rast gelek karên girîng bi ser dixe. Lê ti carî xwe têr nedît û di wê zanebûnê de bû ku divê berpirsyariyên girantir bigire ser milên xwe. Ev jî bi fermandariyê dibe û lewma xwe ji wezîfeya pêşengiyê neda paş. Di qada Metîna de karê rêzantiyê dike. Ew dibe rêzanê rêhevalên xwe. 

EW BÛ YEK JI SEMBOLÊN KEDKARIYÊ

Bi îddaya welatek azad, her gava ku diavêt kelecanek di dilê wî de ava dikir. Wî ji bo ku hezkirina xwe ya beramberê welat bike, bi coş rêve diçû û henase dikişand. Wî hay ji şerê dijwar hebû û wî ev şer hembêz dikir û bi ser dijmin de dimeşiya. Wî ji bo welatek azad û civakek azad sond xwaribû û dimeşiya. Encax dilên egîd dikarîn xwe li ber şerekî bêeman ragirin. Egîdbûn para te ye, ma kî wê bikare pêşiya te bigire. Ma wê kî bikare agirê tolhildanê yê ku di hundirê te de ye bitefîne. Dema ku te dest diavêt çeka xwe coşa te, kenên te ji bo dijmin dibû xefika tirsê. Yên ku dilê wan jeng girtî ma dê çawa agirê azadiyê yê di hundirê te de zîl dide fêm bikin? Nezanîn wan ditirsîne û ji ber vê tirsê wekî gurên har êrîşan zêdetir dikin. Naxwazin fêm bikin ka ji ku hatiyî û tu dê biçî ku. Wexta ku mirovatî ewqas kirêt dibû dilê te wekî aveke zelal û paqij herikbar bû. Ma beramberî vê herikbariyê kîjan bend dikare nerûxe. Ked di te de ye, di xuhdana li ser eniya te de ye. Keda te wekî çemekî evînê li her derê diherikî û belav dibû. Te bi hewldanên xwe yên azadiyê berê xwe da karwanên şehîdan. Belê, bi şerekî mezin û dijwar, te bedena xwe sîper kir û tu bû yek ji sembolên kedkariyê.