BI DÎMEN

Êrîşên li ser Rojava li Wuppertalê hatin şermezarkirin

Ciwanên li Wuppertalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û xwestin, ji ber sûcên şer bê darizandin.

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, ciwanên Kurd êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di çaakiyê de ku komên ciwanan ên demokrat û çep ên Elman jî piştgirî dan, hate gotin "Dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorê li Rojava sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Li hemberî vê yekê di serî de Elmanya welatên Rojavayê bêdeng dimînin. Bes bêdeng bimînin, Tirkiyeyê darizînin û alîkariya ji bo Tirkiyeyê, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestînin."

Ciwanan ragihandin ku yekane rêya ji bo aştiya mayinde ya li Sûriyeyê konfederalîzma demokratîk e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin.

Çalakiya ciwanan bi dirûşma 'Bijî berxwedana Rojava' bi dawî bû.