Hejmara Sibatê ya Newaya Jin hate weşandin

Newaya Jin bi manşeta 'Li Îmraliyê dem li ser azadiyê hatiye eyarkirin' hate weşandin. Ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî heta bi bûyerên rojane gelek mijar hatin nirxandin.

Rojnameya Newaya Jin a mehane ya jinan ku li Ewropayê weşanê dike bi hejmara xwe ya 227’an derket. Rojname bi sernavê "Li Îmraliyê dem ji bo azadiyê hatiye eyarkirin” derket pêşberî xwînerên xwe.

Di hejmara meha Sibatê de, di çerçoveya salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî de, gelek mijarên wekî têkoşîna li dijî komployê, hilbijartinên herêmî, bandorên erdheja ku di Sibata 2023'yan de pêk hatî, qirkirina ekolojîk, hilbijartinên Iraqê û pêşketinên heyî yên li Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a li Belûcîstanê, berxwedana girtiyên jin ên li zindanên Îranê hatin nirxandin.

KOMPLO DI ALIYÊ GERDÛNÎ DE VALA HAT DERXISTIN

Nivîskara rojnameyê Rûşen Samsat di nivîsa xwe ya bi sernavê “Komplo di aliyê gerdûnî de vala hat derxistin” di salvegera 26’an a komployê de bal kişand ser têkoşîna li dijî komploya navneteweyî. Samat her wiha anî ziman ku, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin bangawaziyek e.

Havîn Guneşer, destnîşan kir ku jin û gelên li cîhanê ne tenê piştgirî di heman demê de xwedî felsefe û paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin.

YÊN DIXWAZIN TÊK BIBIN BI XWE TÊK DIÇIN

Hêja Zerya ya ku got, "Gerîlayên bi hêvî, bi îrade û rêxistinbûyî û rastiya jin û gel, pêşî li komplo û hilweşîna digirin" û anî ziman ku operasyonên şoreşgerî yên gerîla li dijî yên dixwazin têk bibin, serkeftin bi dest xistine.

Nivîskar Haskar Kirmizigul jî di quncik nivîsa xwe de di mijara bi sernavê “Serpêhatiya gravekê” de bal kişand ser berxwedana Îmraliyê ya 25 salan û got, “Li Îmraliyê dem, cih û jiyan, gelek zehmet rêve diçe. Di vê zindana gravê de bi mîlyonan mirov îro dijîn.”

NAVÊN ENTERNASYONALÊN PÊNGAVÊ

Di rojnameyê de li gel du kesayetên enternasyonalîst yên ku pêşengiya pêngava azadiya Abdullah Ocalan kirine re jî hevpeyvîn hatin kirin. Di rûpelên Tirkî de hunermenda dîtbar a Polonî Sofija Nierodzińska û di rûpelên Kurdî de jî rojnamevana Îtalî Giuliana Sgrena li ser pêngavê nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka KCDK-E'yê Zûbeyde Zûmrût jî li ser pêngava ku 5 meh li du xwe hiştiye û plansaziyên dema pêş de, nivîsand.

JI PÊNÛSA SAKÎNE CANSIZ

Di rûpela Forûmê ya rojnameyê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser zîhniyeta felsefî û siyasî ya li pişt komployê cih girt.

Di heman rûpelê de nivîsa yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara) ku di sala 2013’an de li Parîsê hatibû qetilkirin, di yekemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de nivîsî bû hat weşandin.

PÊŞHILBIJARTIN DAXUYAKIRINA ÎRADE YE

Yek ji rojeva sereke ya ku rojnameyê cihek berfireh jê re veqetandî, Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê bû. Cîgira Hevserokên Giştî û Berpirsê Karûbarên Hilbijartinê ya DEM Partiyê Îlknur Birol Nezahat Dogan, di hevpeyvîna xwe de anî ziman ku gel bi hêviyeke mezin hatine pêşhilbijartinan û got, “Pêşhilbijartin daxuyakirina îrade ye.”

Hevseroka DBP'ê ya Bajêr a Amedê Sûltan Yaray jî bersiva pirsên Roza Metîna da. Sûltan Yaray, bal kişand ser rola ku jinan di hilbijartinên herêmî de lîstiye.

ERDHEJ SALEK LI PEY XWE HIŞT

Yurdusev Ozsokmenler ku li ser bandora erdheja ku di 6’ê Sibata 2023’yan de li 11 bajaran pêk hatibû nivîsî, bi bîr xist ku tevî salek derbas bû jî ti pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin.

PEDAGOJIYA AZADIYÊ

Berfîn Guneş, di rûpela Jineolojî de qala Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û rêbazên perwerdehiyê ku bi Jîneolojiyê re asoyek nû bi dest xist, kir.

GEŞEDANÊN LI HERÊMÊ Û QIRKIRINA EKOLOJIYÊ

Zîlan Vejîn, konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Stockholma Swêdê hat lidar xistin bibîr xist û diyar kir ku jinên Rojhilat û Îranî bi rêxistinbûyîna xwe re bersiv dan zextên li hundir û derveyî welêt.

Bêrîtan Zagros, di nivîsa xwe de ku encamên hilbijartinê yên Iraqê û pêşketinên heyî yên li herêmê şîrove dike, destnîşan kir ku di hilbijartinên ku xeta dagirker û hevkar winda kir de wê di dema pêş de encamên mezin bi xwe re bîne.

Dengîr Guneş jî di rûpela ekolojiyê de destnîşan kir ku hêzên pergalê yên ku pirsgirêkên ekolojiyê diafirînin nikarin bibin hêza çareseriyê. 

JI JINÊN BELÛCÊ HETA ZINDANÊN ÎRANÊ POTREYÊN JINAN

Di quncika portreyê ya rojnameyê de Fîdan Yildirim, cih da portreya pêşenga berxwedana jinên Belûcî Mahrang Balochê.

Ji aliyê din jî Berjîn Têkoşer behsa berxwedana çalakvana jin a ji Rojhilat Gulrox Îrayî ku di girtîgeha Evnî de girtî ye kir.

Di kategoriya bîranînê de ji bo bîranîna Şeristan Asmîn nivîsek ji aliyê Medya Doz ve hatibû nivîsandin hebû.