Encamên civîna salê ya Meclîsa Kongra Star

Meclîsa Kongra Star a Rojava encam û biryarên civîna xwe ya salane bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27’ê Çileyê de bi dirûşma ''Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman Em ê Tecrîdê Bişkînin û Rêxistina Xwe Ava Bikin”, civîna xwe ya salane li dar xist.  Encamên civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê biryarên di civînê de hatin wergirtin û plansaziya hate danîn bi vî rengî ye:

"Konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, bi pêşengiya Kongra Star û Koma Jinên Zenûbiyayê wê meha Sibatê bê lidarxistin.

Nameyên ku ji aliyê jinên kurd, ereb û êzîdî ve bên nivîsandin ji bo Rêbertî bê komkirin û bi rengê pirtûka ji derya dilê me re wekî berga duyem bê çapkirin.

Li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk li welatên Rojhilata Navîn kar werin meşandin.

Li Helebê avakirina komîteya dîplomasiyê.

Çêkirina dosya li ser jinên pêşeng ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin û ji aliyên peywendîdar re bê rêkirin.

Destpêkirina lêkolînekê li ser sosyolojiya civakê li gorî her herêmekê û rewşa jin tê de berî û piştî şoreşê, paşê komkirina van lêkolînan û ji hêla komîteyekê ve ser bê sekinandin û li gorî wê çareserî bê peydakirin.

Xurtkirina sîstema hevserokatiyê li tevahî komîn, sazî û desteyên rêveberiyê.

Di vê salê de vekirina 3 dewreyên perwerdeyê yên biranşan. Her wiha vekirina 3 perwerdeyên li ser kuştina zihniyeta zilaman di nava vê salê de.

Meclîsa Jinên Êzidî di asta Sûriyeyê de bê berfirehkirin.

Li gor pêwîstiyan vekirina malên parastina jinê.

Li hember dagirkeriya dewleta Tirk, li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî rêzeçalakî bi pêşengitiya jinê bê lidarxistin.

Cih ji zarokên jinên di nava kar de bê vekirin.

Li hemû komîn, tax, bajarok û bajaran perwerde li ser danasîn û rêziknameya Kongra Star bê dayin."