Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
Îtalyayê diyar kir ku ev hefteyek e Îran rojnamevan Cecilia Salayê di bin çavan de digire û hîn sedema vê yekê ne diyar e.
Îtalyayê diyar kir ku ev hefteyek e Îran rojnamevan Cecilia Salayê di bin çavan de digire û hîn sedema vê yekê ne diyar e.
Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê da zanîn ku rojnamevana Îtalyan Cecilia Sala ya ku di rojnameya II Foglioyê de dixebite li Îranê hatiye girtin.
Bûyera girtinê di 19’ê Kanûnê de pêk hatiye lê rayedaran raya giştî îro agahdar kir. Wezaretê diyar kir ku Balyoza Îtalyayê ya Îranê Paola Amadei, rojnamevana hatî binçavkirin ziyaret kiriye û şert û mercên wê dîtine.
Salaya 29 salî, berê jî bi awayekî berfireh li ser Îranê xebitî û ligel komeleyên Zeynep Musavî ya ku li dijî sergirtina bi mecbûrî derdikeve, roportaj kir. Mûsavî di destpêka vê salê de hatibû zindankirin lê piştre serbest hatibû berdan.
Il Foglio diyar kir ku Sala di girtîgeha navdar a Tehranê, Girdîgeha Evinê tê girtin. Il Foglio wiha nivîsî: "Rojnamevanî ne sûc e, heta li welatên ku azadiya çapemeniyê jî tê de her cûre azadî tê tepeserkirin jî. Em wê bînin malê.”