PÎK: Me Komkujiya Roboskiyê ji bîr nekir
PÎK’ê Komkujiya Roboskiyê şermezar kir û wiha got: “Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên xwe yên li dijî gelê Kurd rû bi rû neyê, li Tirkiye û Kurdistanê aramî pêk naye û pirsgirêka Kurd jî neyê çareserkirin.”
PÎK’ê Komkujiya Roboskiyê şermezar kir û wiha got: “Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên xwe yên li dijî gelê Kurd rû bi rû neyê, li Tirkiye û Kurdistanê aramî pêk naye û pirsgirêka Kurd jî neyê çareserkirin.”
Dewleta Tirk a dagirker di 28’ê Kanûna 2011’an de 17 jê zarok 34 welatiyên Kurd li gundê Roboskê ya navçeya Qileban a Şirnexê bi awayekî hovane qetil kir. Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) bi boneya 13’emîn salvgera komkujiyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 13 sal bi ser komkujiyê derbas bûye lê dîsa jî tu encam ji têkoşîna hiqûqê nehatiye wergirtin û wiha hate gotin: “Ji ber ku dewleta Tirk zilm û komkujiyên xwe yên li dijî gelê Kurd rewa dibîne, li ser navê hiqûqê hemû bêhiqûqî têne kirin. Komkujiya Roboskiyê di dema desthilatdariya AKP’ê de qewimî ku AKP’ê dibêje ‘Kurd xwişk û birayên me ne.’ Di Komkujiya Roboskiyê de hiqûq bêfonksiyon hate hiştin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi dijminahiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijîj gelê Kurd hat kirin û bal kişandin ser polîtîkayên faşîzmê yên di roja îroyîn de. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd ne tenê li sînorên Tirkiyeyê li her cihê ku Kurd lê hene dewam dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta dewleta Tirk bi komkujiyên xwe yên li dijî gelê Kurd rû bi rû neyê, li Tirkiye û Kurdistanê aramî pêk naye û pirsgirêka Kurd jî neyê çareserkirin û wiha hate gotin: “Em li ser navê Partiya Îslamiya Kurdistan Komkujiya Roboskiyê û hemû komkujiyên li dijî gelê me şermezar dikin. Me Roboskî ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”