JIN
Hemû Nûçe
-
Li Marbûrgê çalakiya jinan
Li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê, di çarçoveya kampanya "Xwebûn-Xweparastinê" de ku bi pêşengiya ciwanên jin ve tê meşandin, pankart hat daliqandin û bi spreyê çalakî hat lidarxistin. -
Wekîlên ji Skandînavyayê hatin serdana KJA'yê
Parlamenterên Danîmarkî û Swêdî hatin serdana Kongreya Jinên Azad (KJA). -
Jin ji bo HDP'ê li Stockholmê daketin qadan
Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo girtina parlamenterên Kurd şermezar bikin, danê êvarê li ber firoşgeha H&M a li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn. -
Çalakiya edaletê ya li Dusseldorfê
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hate lidarxistin. -
Jinan li gelek navendan darbeya AKP/Qesrê şermezar kir
Bi hezaran jinên ku li Parîs, Rennes, Mannheîm, Freîburg û Den Haagê hatin gel hev ,darbeya AKP/Qesrê ya ku li dijî HDP'ê pêk anî, bi girseyî şermezar kirin. -
Li Bremenê diktatoriya Erdogan û AKP’ê hate şermezarkirin
Li bajarê Bremen ê Elmenyayê çalakiyên Kurdistaniya a li dijî diktatoriya Erdogan û hikûmeta AKP’ê dewam dikin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê
Ji bo 3 Jinên Kurd ên Şoreşger ku li paytexta Fransa Parîsê di 2013’an de hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin. -
Li Strasboûgê ji hunermend û ‘Çalakiya Edaletê’ xebatên agahdarkirinê
Ji bo faîlên qatilên Caniz, Dogan û Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an hatin qetilkirin diyar bibin, li Strasboûrgê çalakiya edaletê hate lidarxisin, ji aliyê hunermendên Kurd ve jî li pêşiya Konseya Ewropa jî belavok hatin belavkirin. -
Li Zanîngeha Zûrîh û Kasamayê xebatên jîneolojiyê
Li Zûrîh a Swêdê xebatên jîneolojiyê didomin. Li Zanîngeha Zûrîh ê li Kasamaya ku Komoleya Feminîstên Swêdê ye 2 panel hatin lidarxistin. -
Koma Jinê ya HDP'ê: Jinên berxwedêr wê bi ser bikevin!
Koma Jinê ya Parlamentoyê ya HDP'ê, têkildarî girtinan û Rewşa Awarte û êrîşên li ser jinan daxuyanî dan. Komê di daxuyaniyê de gotin "Heta hemû girtiyan berdin em wê hê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin û bi hêztir têkoşîna xwe bidomînin." -
Walîtiyê çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Aştiyê qedexe kir
Walîtiyê çalakiya rûniştinê ya Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê ku li pêşiya Qesra Dolmabahçeyê li dar dixistin, qedexe kir. -
Ji jinan ji bo wekîl û nivîskarên girtî name
Platforma Jinên Enqerê bi armanca piştgirîkirina wekîlên HDP’ê û nivîskarên girtî name şandin. -
Li Solothûrnê name ji CPT re hatin şandin
Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya nameyan hat destpêkirin û duh 220 namet ji CPT re hatin şandin. -
'Girîng e jin xwedî li KJA'yê derkevin'
Aktîvîsta KJA'yê Hace Şen diyar kir, yekane hêza ku karibe vê pêvajoyê ji nû ve bide destpêkirin Ocalan e û got, "Divê jin hemû li KJA'yê, jinan û rastiyê xwedî derkevin. Bi vî rengî em ê karibin bi ser bikevin." -
Jinên ku 29 roj di binçavan de mabûn behsa serpêhatiyên xwe kirin
22 kesên ku ji ber nameyên îxbarî hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetêhatin berdan.Jinan ku bi rojan di heman nezaretxaneya çeteyên DAÎŞ’ê de man serpêhatiyên li Şaxa TEM’êanîn ziman. -
Li Wanê rojnemevanek jin hate binçavkirin
Rojnemevana ajansa hatiyê girtin ya DÎHA’yê Nîmet Olmez, ji ber ku der barê wê de biryara girtine hebûye li Wanê hat binçavkirin. -
Jinên Konfederasyona Neteweyên Xwecih ên Ekvadorê (CONAÎE) piştgirî dan jinên Kurd.
Jinên Konfedarasyona Neteweyên Xwecih ên Ekvadorê(COANÎE) têkildarî êrîşên qirker ên siyasî yên AKP/Qesrê yên bi ser Kurdan û jinên Kurd peyameke nivîskî da. -
Meclîsa Jinê ya DBP'ê: Kevneşopiya me ya berxwedanê wê hemû êrîşan pûç bike
Meclîsa Jinê ya DBP'ê diyar kir, desthilatdariya AKP’ê di şexsê jinê de tolê ji civakê hiltîne, lê jina kurd wê bi kevneşopiya berxwedan û têkoşîna xwe êrîşan pûç bike û bi ser bikeve. -
Di Cotmehê de 35 jin hatin kuştin
Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin', têkildarî tundî, êrîşa zayendî û kuştina jinan raporek weşand û di raporê de hate gotin, di Cotmehê de 35 jin hatin kuştin û 29 zarok hatine îstîsmarkirin. -
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyekê bedena xwe da ber agir
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, hat îdîakirin ku girtiya siyasî Zehra Eplîk întixar kiriye. -
Tûncel: Berxwedana li dijî darbeyê mafê her kesî ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a ku hat girtin, di parêziya xwe ya li dadweriyê de wiha got: "Em li Tirkiyeyê bi derbeyeke siyasî re hevrû ne. Berxwedana li dijî darbeyê, rawestandina li dijî darbeyê mafê her kesî ye." -
Polîsan êrîş bire ser jinên ku girtina parlementeran şermezar kirin
Polîsan êrîş bire ser rêxistinên jinan ên bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên HDP-HDK'ê girtina parlementeran şermezar kirin. -
Jin li ser 'têkoşîna li dijî dorpêça mêran' axivîn
Jinên Mala Gel, di panela "Li Dijî Dorpêça Paşverû/Mêrî Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û Laîkbûnê" de hatin gel hev. -
Polîsan êrîşî çalakiya li Kadikoyê kirin
Polîsan êrîşî çalakiya piştgiriyê ya ji bo HDP’ê li Kadikoyê hate lidarxistin kirin. -
Li Edeneyê 5 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
Li Edeneyê bi hincetê di derbarê wan de îxbar heye 5 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin, piştî kû destdanîn ser alavên wan ên tekînî û telefonên wan û şûn de serbest berdan.