Li Parîsê çalakiya edaletê
Ji bo 3 Jinên Kurd ên Şoreşger ku li paytexta Fransa Parîsê di 2013’an de hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Ji bo 3 Jinên Kurd ên Şoreşger ku li paytexta Fransa Parîsê di 2013’an de hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Bi dawxaza faîlên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Berdevka KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileya 2013 an li Parîsê hatibûn qetilkirin diyarbikin, li ser banga Tevgera Jinan a Kurdê Ewropa weke her roja Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Çalakiya ku di saet 14.00 an de li pêşiya lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk destpê kir, SKB û Tamîliyan jî piştkirî kirin.
Li pêşiya Buroya Enformasiyon a Kurdîstanê ji bo şehîdên Kurdîstanê deqeyek rêz hate girtin.
Jinan ji dewleta Fransayê daxwaza edaletê dubare kirin, ji bo çalakiya edaletê ya hefteya bê bêlidarxistin jî banga beşdariya xurd li jinan kir.