Polîsan êrîşî çalakiya li Kadikoyê kirin

Polîsan êrîşî çalakiya piştgiriyê ya ji bo HDP’ê li Kadikoyê hate lidarxistin kirin.

Êrîşên qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê ya li ser HDP’ê û DBP’ê li Îstiklala Kadikoyê hate protestokirin.

Di çalakiya ku pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP-DBP’ê hate lidarxistin de, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Jinan pankarta “Ji bo vîn û pêşeroja xwe li ber xwe didin, em li vir in” vekirin.

Polîsên hêzên çewîk piştî daxuyaniyê êrîş bir ser jinan. Di êrîşa polîsan de ya bi gaza bîber, guleyên lastîk û ava şid hate kirin birîndar hene.

Gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin.