Jin ji bo HDP'ê li Stockholmê daketin qadan
Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo girtina parlamenterên Kurd şermezar bikin, danê êvarê li ber firoşgeha H&M a li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn.
Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo girtina parlamenterên Kurd şermezar bikin, danê êvarê li ber firoşgeha H&M a li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn.
Xwepêşandêran tevî wêneyên parlamenterên girtî, pankartên bi nivîsa "Dest nede nûnerên me yên hilbijartî" û "Erdogan bisekinîne, bimire faşîzm" hilgirtin. Di dema çalakiyê de ciwanan hem bi devkî hem jî bi belavokan, li ser rewşa dawî ya li Tirkiyeyê agahî dan.