Jinên ku 29 roj di binçavan de mabûn behsa serpêhatiyên xwe kirin

22 kesên ku ji ber nameyên îxbarî hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetêhatin berdan.Jinan ku bi rojan di heman nezaretxaneya çeteyên DAÎŞ’ê de man serpêhatiyên li Şaxa TEM’êanîn ziman.

Piştî Qanûna Rewşa Awarte ya ku ji hêla AKP’ê ve ket meriyetê, heya niha bi hezaran kes li Kurdîstanê hatin binçavkirin û girtin. Hê jî di gelek navend û salonên werzîşê de welatî di binçavan de ne.Li  gorî qanûna Rewşa Awarte hinek welatî  bi mehan di binçavan de tên hiştin.Li Amedê 22 welatiyên ku 7’ê Cotmehê ji ber nameya îxbarî hatibûn binçavkirin 29 rojan hatin ragirtin. Piştî 29 rojan, welatî hatin  berdan.

ENDAMÊN DAÎŞ’Ê Û JIN DI HEMAN NEZARETXANEYÊ DE HIŞTIN

Ji ber 3-4 nameyên îxbarî 22 kes, 29 rojan li Midûriyeta Şaxa TEM’ê hatin ragirtin.

Ji nêzî 100 kesên li Şaxa TEM’ê binçavkirî, mêr li salona werzîşê, jin jî li jêrzemîna nezaretxaneyê dihatin girtin.

Hat diyarkirin ku beriya çend rojan 22 endamên DAÎŞ’ê anîn cihê ku jin lê diman. Piraniya van kesan bi rih bûn. Her wiha jinan di binçavan de bi çeteyên DAÎŞ’ê re heman tuvalet bi kar tanîn.

POLÎS GELEKÎ NERM NÊZÎ ÇETEYAN DIBÛN

Welatiyên ku serbest hatibûn berdan gotin ku di binçavan de polîs li hemberê endamê DAÎŞ’ê gelekî nerm bûn. Jinan gotin polîsan deriyê hucreya endamên DAÎŞ’ê vekirî dihiştin û bi wan re daxivîn.

Jinan ragihandin ku dema diçûn tuvaletê, endamên DAÎŞ’ê bi gotinên, “Hinek mirovan mirin heq kirin” gef li wan dixwarin.

MA PÊWÎSTÎ BI XWEDÎKIRINÊ HEYE?

Jinan diyarkirin ku di hucreyên yek kesî de 6 kes dihatin bicihkirin, ji hêla tendurîstî, xwarin û hilmgirtinê de pirsgirêkên cidî hebûn.

Di pêvajoya binçavan de polîsan 3-4 caran ji jinan re gotine, “Ev dewlet ne pêwîst e ku we xwedî bike, eger em bana me we qet xwedî nedikir.” 

POLISEKÎ XWEST KESÊN BINÇAVKIRÎ BIKUJE

Jinan bûyerên dema teqîna 4’ê Nîsanê jî parve kirin û wiha gotin; “Wê şevê sepanînên giran hebûn.Piştî teqînê, di nezaretxaneyê de hejandinek mezin çêbû, dengê çekan hat û elektrîk qut bû. Em di nav toz u dûmanê de man. Di hundirê nezaretxaneyê de dengê çekan dihat. Di vê demê de polîsekî çeka xwe kişandî ket korîdora nezaretxaneyê. Guleyek teqand û got “Ez ê we hemûyan bikujim, ma wê kî bizane hûn çawa mirine.” Ev polîs ji hêla hevalên xwe hat rawestandin. Di dema tahliyekirinê de me dît ku dîwar teqîya bû û banê korîdorê rûxiyabû.”

Li gel vê jinan ragihandin ku li erdê xwînek zêde hebû.

 ‘PÊŞÎ EM KESAN BIGRIN, PIŞTRE EM Ê DELÎLAN KOM BIKIN’

Dûvre jî nêzî 100 kesan ku çeteyên DAÎŞ’ê jî di nav de bûn, bi wesayîtan birin salona werzîşê ya sergirtî ya li ser rêya Farqinê. Piştî hate gotin ku 22 welatiyên ku 29 rojan di binçavan de ne bi nameyên îxbarê yên bêbingeh hatine binçavkirin, ew berdan.

Hat ragihandin ku ew dozgerê biryara girtina van welatiyan daye, li şûna ku rastiya nameyên îxbarî lêkolîn bike wiha gotiye; “Em pêşî kesan bigrin, piştre em ê delîlan kom bikin.”