Walîtiyê çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Aştiyê qedexe kir

Walîtiyê çalakiya rûniştinê ya Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê ku li pêşiya Qesra Dolmabahçeyê li dar dixistin, qedexe kir.

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê ku li pêşiya Qesra Dolmabahçeyê li dar dixistin, ji aliyê walîtiyê ve hate qedexekirin.

Dayîkên Aştiyê yên ku hefteya 52’emîn li pêşiya Qesra Dolmabahçeyê xwestin kom bibin, polîsan bi gotinên “Walîtiyê qedexe” kiriye rê neda ku çalakî bê li dar xistin. Dayîkên ku bi darê zorê ji aliyê polîsan ve ji pêşiya avahiya Dolmabahçeyê hatin derxistin, çûn pêşiya avahiya walîtiyê ya li Cagaloglûyê xwestin hevdîtinê bikin. Dayîkên ku rêndan hevdîtinê pêkbînin, li pêşiya avahiya walîtiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.