Li Geverê operasyona dagirkeriyê hate destpêkirin
Li qada Geliyê Diriyan a Geverê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyona dagirkeriyê kir.
Li qada Geliyê Diriyan a Geverê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyona dagirkeriyê kir.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li bejahiya gundên Bilindbasan, Soryan, Dileze, Marê, Şahê, Pagengê û Şîşemzînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyon li qada Geliyê Diriyanê tê meşandin û gelek leşker û kontra tevlî bûne.
Hate ragihandin ku li ser rêya navbera bajarokê Bajêrgehê û navenda Geverê karê lêgerîna li mayinan hatiye kirin.