Koma Jinê ya HDP'ê: Jinên berxwedêr wê bi ser bikevin!

Koma Jinê ya Parlamentoyê ya HDP'ê, têkildarî girtinan û Rewşa Awarte û êrîşên li ser jinan daxuyanî dan. Komê di daxuyaniyê de gotin "Heta hemû girtiyan berdin em wê hê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin û bi hêztir têkoşîna xwe bidomînin."

Koma Jinê ya Parlamentoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê û zextên ku Rewşa Awarte li ser jinan dide avakirin şermezar bikin li parlamentoyê civîna çapemeniyê pêk ankîn. Di civînê de diyar kirin ku îro hûn 23 jinên Partiya Demokratîk a Gelan di meclîsê û xebatên komisyonan de nebînin.

'DI DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN DE ERK NEMA

Koma Jinê bi daxuyaniyê de anîn ziman ku kesên her dem behsa "Vîna mîllî" dikin îro vîna gel tune dihesibîne û mirov nikare behsa vîna gel di meclîsê de bike û wiha got: "

"Îro Tirkiye bi KHK tê birêvebirin. Hîn wêdetir Dadgeha Qanûna Bingehîn bê erk hatiye hiştin. Êdî erka wê ya li KHK’yan binere tune ye. Sibê hikûmet dikare bêje "Em pergala Serokdewletiyê tînin, zagona darvekirinê tînin. Qanûna Medenî ji holê radikin" Li hemberi vê yekê Dadgeha Qanûna Bingehîn êdî nikare tiştekî bike.

Qanûna Esasî peymana di navbera welatiyan de ye. Ger ku pîvan û bingehê vê peymanê neyê parastin hûn wê  têkevin nava faşizmê. Li Ewropayê hêj 70 sal berê di navbera 2 şerên mezin de krîza aborî rêveberiya faşîst bi xwe re anî îktidarê. Li cîhanê bi milyonan mirov hatin kuştin. Ji ber vê yekê Welatiyên Ewropa bi armanca peymana navbera welatiyan Dadgeha Qanûna Bingehîn ava kir. Îro li Tirkiye hemû erk û peyvira Dadgeha Qanûna Bingehîn ji destê wê hatiye girtin. Bi zanebûn û plan dixwazin pergala Parlamenteriyê têk bibin.

'BI REV DIÇIN FAŞîZMÊ'

Îro hevserok û parlamenterên partiya me tên girtin. Hevşaredarên pe ji peyvirê tên girtin. Bi destê dozgerên ku ku di operasyona Cemaatê ji peyvirê hatin girtin ji peyvirê tên girtin û darizandin. Li cihê vala yên Cemaatê vala hişt, dozgerên AKP’ê tije dikin. Bi rev diçin Faşizmê. HDP dijberî vê dîktatoriyê ye. HDP, ji ber ku bû muxalifa rastîn bû hedefa Qesrê û dewletê. Em dizaninku bi qasî em xeyal dikin hîn zêdetir divê em ji her demê bêtir kedê zêde bidin. Em hemû dema em di heman kolanê re diçin em heman tirsê dijîn. Ji ber ku em bi heman gotinên mêr, bav û bira mezin bûn. Cudahiyek partiya me ji yên din heye. Ew jî wekheviya di navbera mêr û jinê de ye. Ji ber vê yekê me li meclîsê hewl da ku em li mal, kolan û hemû qadên jiyanê rê li pêş pergala ku serdestiya mêr pêş dixe bigirin.

'EM WEKÎ JIN BÊDENG NEBÛN'

Em tu kes hêj nebûne jinên hatine rizgarkirin. Her ku me têkoşîna jinên li kolanan, saziyan, malan û fabrîqeyan bihîst, em bêtir bi hêz bûn. Îro hemû jinên siyasetmedar ên hatine girtin, hemû jinên ku herî zêde di tevgera jinê de cih girtine. Ji ber vê yekê îro ji bo Gultan Kişanak zêdeyî 100 saziyên jinan belavoka "Cihe Gultan Kişanak li cem jinê ye. Divê bi lezgîn serbest bê berdan" hat belavkirin.

?Fîgen Yuksekdag, di civîna Koma Jinê de berxwedana Jinên Karker û tundiya mêran vegot. Gultan Kişanak, Leyla Bîrlîk, Sebahat Tuncel, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Ayla Akat, hemû bûn dengê jinan nayên bêdengkirin û tên xwestin bên bêdengkirin. Bû deng û heviya jinên ku li dijî zilma mêr westiyane. Ji ber vê yekê ye ku siyaseta AKP'ê û daraza wê nûnertiya jinê girt û xwest rê li pêş nûnertiya wekhev û vîna jinê bigire. Demek dirêje bombe teqiyan. Bajar hatin xerakirin. Bedenên jinê hatin teşîrkirin. Nivîsên zayendîperest li ser dîwaran hat nivîsandin. Navendên Jinê yên Şaredariyan hatin girtin û deriyên wan bi tuglayan hatin lêkirin. Dawî li karê jinên li van navendan dixebitin anîn. Belgeyên jinên ku serî li Navendên Şêwirmendiya jinê desteser kirin. Alên mezin ên tirk bi şaredariyê dakirin. Lê ligel hemû van êrîşan îro jin ji her demê bêtir li ser piyan û di nava berxwedanê dene. Bi taybetî Erdogan darbeya 15'ê Tîrmehê wekî Lutfa Xwedî bi nav dike û hemû êrîşan rewa dibîne.

'EM wê  VÊ TIRSÊ BELAV BIKIN

Koma Jinê wiha cih da daxuyaniyê: "Hemû çapemeniya ku Rewşa Awarte û şerê ku jinê dike hedef yek bi yek hat girtin. Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku ne tenê li Tirkiye, li hemû cîhanê yekane ajansa jinê ye li gem çapemeniya muhalif hat girtin. Bernameyên ku di Hayatýn Sesi Tv û ÎMC tv de dibin dengê jinê îro tune. Parlamentoya ku wekîlên jin ên HDP’ê lê tune be, siyaset nayê kirin. Îro dixwazin bi tirsê pîvan û zagonên xwe li ser civakê ferz bikin. Em wê  nedin ji bîrkirin ku kolan yên me ne. Em wê  felek û dîroka xwe ji bîr nekin û li têkoşîna koka xwe xwedî derkevin.

Em wê  destkeftiyên xwe heta dawî biparêzin û heta wekîlên me hevşaredar û hevserokên me serbest bên berdan em wê  têkoşîna xwe mezin bikin û bilind bikin. Teqez wê  hezkirin û cesaret bi ser bikeve. wê  teqez têkoşîna jinê bi ser bikeve."