Polîtîkayên qirêj ên AKP/Qesrê yên li dijî gelê Kurd ev sal û nîveke bênavber dewam dikin. Jinên ku herî zêde hedefa van êrîşan e, xwe bi rêxistin dikin.
Herî dawî Berdevka Demî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel bi lêdanê hatin binçavkirin û girtin. Aktîvîsta KJA'yê Hace Şen ev êrîşên li dijî jinan û girîngiya têkoşîna jinên Kurd û KJA'yê ji ajansa me re nirxand.
'JINÊN LI KURDISTANÊ JI BER KU LI BER XWE DIDIN, DIBIN HEDEF'
Şen destnîşan kir, ku zîhniyeta niha li ser dewleta Tirk serdest e, zîhniyeta serdestiya mêr a ji 5 hezar salî ye û diyar kir, dewlet zilam e. Şen da xuyakirin, ku di zîhniyeta zilam de bêguman hedef jin e û got, "Li erdnîgariya Mezopotamya û Kurdistanê, bi sedan sal in êrîşên herî hovane li jinan tên kirin. Di vir de pirsa herî rast a divê were pirsîn ev e; çima jin dibin hedef? Çima di pêvajoyeke bi vî rengî de êrîşên herî giran li jinan tên kirin? Bersiva van pirsan zelal in. Di dîroka Kurdistanê yên herî zêde li ber xwe dan, her tim jin bûn. Ji Leyla Qasim heta Besêyan, yên serî li ber xiyanetê rakirin, teslîm nebûn û xwe ji zinaran avêtin, jin in."
'JINÊN KURD LI DIJÎ ZÎHNIYETA MÊR, MODEL E JI BO CÎHANÊ'
Şen got, "Rastiya Bêrîtan a ku xiyanet qebûl nekir û serî rakir, rastiay Sêvê ya ku xwedî li nirx û çanda xwe derket, rastiya Fatma, Berjîn û Ferdî yên li qadên xwerêveberiyê li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê hatin kuştin, li pêş çavan e" û destnîşan kir, ku vî ruhê berxwedanê têkoşîna jinê mezintir kiriye, nasname û hişmendiya jinê xurtir kiriye. Şen diyar kir, ji ber ku jin li her qada jiyanê li ber xwe didin û dixwazin hebûn û xweseriya xwe ava bikin, timî dibin hedef û got, li dijî vê zîhniyeta li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê serdest e, jinên ku dikare weke mînak ji tevahiya cîhanê re bên nîşandan, jinên Kurd in.
'XWESERÎ Û SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ VÎNA JINÊ NÎŞAN DA'
Aktîvîsta KJA'yê Şen da xuyakirin, ku tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên din, berhema zîhniyeta mêr e û anî ziman, ku sîstema hevserokatiyê û xweseriyê ya ji sala 1999'an û vir ve dihat nîqaşkirin û ji cîhanê re mînak bû, bi pêşengiya jinên bi navê Cîhan Sîncar û Şukran Aydin hat bicihanîn. Şen destnîşan kir, ku bi têkoşîna 40 salan re felsefeya hevjiyana azad û sîstema hevserokatiyê di asta temsîliyeta wekhev de li hemû saziyan ket meriyetê û got, "Ev yek, sedema herî girîng a êrîşên li dijî jinên Kurd e."
'KJA NE TENÊ SAZIYEK E, EW HEMÛ JINÊN LI KOLANAN E'
Li gorî Şen, Serokkomarê Tirk Erdogan nikare xwe li berxwedana jinê a li hemû qadên jiyanê rabigire û sedema vê xweranegirtinê jî tirsa wî ya ji jinê ye. Şen got, "Jİ bo avakirina malbatên demokratîk me felsefe û perspektîfek destnîşan kir. Lewma me hewl dan hişmendiya jinê derxînin holê. Me hewl dan zewaca di emrê biçûk de ji holê rakin. Lewma ewqas zilm li KJA'yê tê kirin. Zîhniyet û nêzîkatiya Erdogan a li jinê, zîhniyeta harem a li Qesra Osmanî ye. Sîstema ku dixwaze ava bike, ev e. Jinên ku li pêşiya vê sîstemê asteng in, ceza dike. KJA ne tenê saziyek e. Ew hemû jinên li kolanan e. Jinên ku dixwazin sîstemeke perwerdeyê ya bê pere were dayîn. Xwendekarên li zanîngehê ne. Jinên destavêtin lê tê kirin e. Jinên tên kuştin e. Jinên ku li kar keda wan tê xwarin e. Di serî de dewlet, lazim e her kes baş bi vê zanibin; li Kurdistan û cîhanê jinek bi tenê jî bimîne, têkoşîna me wê dewam bike."
'BI XWEDÎDERKETINA LI KJA'YÊ RE EM Ê BI SER BIKEVIN'
Şen anî ziman ku KJA'ya saziyeke fermî ye û destnîşan kir, ku dema bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li dora maseya muzakereyê hat rûniştandin, bingeha KJA'yê hatiye destnîşankirin, ji ber ku yek ji şertên muzakereyê jî naskirina statuya civakî ya jinê bû. Şen da xuyakirin, ku ji bo ev pêvajoya hatiye têkbirin ji nû ve dest pê bike, lazim e jin li ber xwe bidin û got, "Weke jinên KJA'yî em vê baş zanin; yekane hêza dikare rê li ber destpêkirina vê pêvajoyê veke Birêz Ocalan e." Şen herî dawî bang li hemû jinên cîhanê kir, ku xwedî li KJA û rastiyê derkevin û got, "Em dikarin bi vî rengî bi ser bikevin."