Ji jinan ji bo wekîl û nivîskarên girtî name
Platforma Jinên Enqerê bi armanca piştgirîkirina wekîlên HDP’ê û nivîskarên girtî name şandin.
Platforma Jinên Enqerê bi armanca piştgirîkirina wekîlên HDP’ê û nivîskarên girtî name şandin.
Platforam Jinên Enqerê, di çarçoveya aktivîteya “Em ji jinên girtî re name dişînin” vê hefteyê ji bo Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên girtî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Berdevaka Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata û jinên nivîskar name şandin.
Jinên ku li pêşiya Postaneya Yenîşehîr kom bûn, qertên ku helbest, wêne û peyamên piştgiriyê li ser hene ji bo jinên girtî şandin.
Aktivîte wê her hefteyê dewam bike.