Li Zanîngeha Zûrîh û Kasamayê xebatên jîneolojiyê

Li Zûrîh a Swêdê xebatên jîneolojiyê didomin. Li Zanîngeha Zûrîh ê li Kasamaya ku Komoleya Feminîstên Swêdê ye 2 panel hatin lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê de wê mehekê xebatên atolyeyê bidomin û ji van xebatan a ewil li Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Zûrîh ê û Kasamayê pêk hat. Nûnerên Tevgera Jinên Kurd jî beşdarî panela ku mijara wê jîneolojî bû bûn. Di çalakiyê de ewil danasîna jîneolojiyê hat kirin.

'DIVÊ DI NAV JIYANÊ DE LI ZANISTÊ BÊ GERÎN"

Di nîqaşên panelê de hat destnîşankirin ku, di pêvajoya dîrokî de li ser navê zanistên civakî rastiya jinê, nasnameya wê hatiye binpêkirin û heta li ser navê zanistên civakî koletiya jinê jî hatiye rewakirin. Hat diyarkirin ku, jîneolojî di asasê xwe de tenê ne ji bo zelalkirina wê windabûn û binpêkirina dîroka jinê ye, di heman demê de ketin kûrahiya sedemên dîrokî yên pirsgirkên civakî dibe û lêgerîna nivîsîna dîrokeke rasteqîn û heqîqetê dike.

Hat destnîşankirin ku, jîneolojî tenê ne lêpirsîn û nêrîneke alternatîf e, di heman demê de zanisteke civakiyî ye û divê di nav jiyanê de li zanistê bê gerîn. Her wiha hat diyarkirin ku, wê nêrîna elîtîst, mêrî ya zanistê jî bê şikandin û hat gotin ku, jîneolojî di heman demê de felsefe û terha jiyanê ye.

LI CIHÊ FEMINÎZM LÊ HEBE, ÇIMA JÎNEOLOJÎ?

Di her 2 xebatên atolyeyî de jî pirsa sereke ya "li cihê feminîzm lê hebe, çima jîneolojî" derket pêş. Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku, feminîzm jî nêrînek e û pêvajoyeke tevgera jina rêxistinbûyî ye û ji bo jinan destkeftiyên cidî afirandiye, lê belê jîneolojî ew qada zanistê ye ku, femînîzmê jî di xwe de dihebîne. Hat destnîşankirin ku, jîneolojî ne alternatîfa feminîzmê ye, bereksa wê pêngaveke ku feminîzmê jî hêzdar dike.

Nîqaş bi biryardayînên wê li tevahiya Swêdê xebatên atolyeyî û komîteyên jîneolojiyê bên lidarxistin bi dawî bûn.