Li Edeneyê 5 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

Li Edeneyê bi hincetê di derbarê wan de îxbar heye 5 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin, piştî kû destdanîn ser alavên wan ên tekînî û telefonên wan û şûn de serbest berdan.

Xebatkarên JINHA’yê yên bi navê Fîlîz Zeyrek, Melek Demîr, Mizgîn Tabû, Songul Tamris û Mehemt Emîn Tekîner ên ku xwestin dîmenên karkerên jin ên li Edeneyê kar dikin bikişînin bi hinceta ku di derbarê wan de îxbar heye hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên wan ên li emniyetê temam bû û şûn de bi fermana dozgeriyê serbest hatin berdan.

Hat ragihandin ku destdanîne ser telefon û hemû alavên teknîkî yên xebatkarên JINHA’yê û li emniyetê di derbarê wan de bi sûcê “Endamên rêxistinê” ne belge hatine amadekirin.