Li Bremenê diktatoriya Erdogan û AKP’ê hate şermezarkirin

Li bajarê Bremen ê Elmenyayê çalakiyên Kurdistaniya a li dijî diktatoriya Erdogan û hikûmeta AKP’ê dewam dikin.

Li bajarê Bremen ê Elmenyayê çalakiyên Kurdistaniya a li dijî diktatoriya Erdogan û hikûmeta AKP’ê dewam dikin. Îro jî di pêşengiye Komela Jinan a Sevê ya Bremen A ve li pêşiya avahiya Perlemena Eyaleta Bremen çalekiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de jinan diyar kirin ku divê bi lezgîn êrîş û zextên diktator Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya faşîst a li dijî jinan bi taybet jinên HDP’yî bi dawî bikin. Jinan anî ziman ku heta daxwazên wan bê cih wê çalakiyê xwe deam bikin.

Her wiha jinan bang li raya navneteweyî kirk û li hember êrîşên hikûmeta AKP’ê û diktaror Erdogan a li ser gelê Kurd bêdneg nemînin, li erka xwe rabin û nebin hevalbendê heman zilm û rejîma diktator. Jina diçalakiyê de bal kişandin ser operasyonên Asayîşa Elmanya ya li hember çeteyên Tirk ên Osmaniyan ên tiliya wan bi ÛETD û girêdayî Erdogan in. Jinan destnîşan kir ku Erdogan dixwaze ji derveyî welat jî pilanên xwe yên qirêj li ser Kurdên Eworpa jî bide meşandin û siyasetmedar û pêşengên Kurd qetil bike.

Herî dawî jinan bang li dewleta Elman û dewletên Ewropa kir ku divê li dijî van kiryarên dewleta Tirk a derveyî welat hişyar bin û erkê dikeve ser milan bi cih bînin.

Jinan çalakiya xwe bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” ve bi dawî kirin.