Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêber Apo û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê têne ragirtin, di bin tecrîdeke giran de ne.
Mehmet Ocalan birayê Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Dadgeriyê di 16'ê Cotmeha 2024'an de ji parêzeran re ragihandin ku 'cezayê dîsîplînê' ji bo 3 mehan li Rêber Apo hatiye birîn. Li ser sedema 'ceza' agahî nehate dayin. Parêzer wê li ber biryarê rabin.
Rêber Apo di hevdîtina dawî de ya bi biraziyê xwe re kir, ragihand ku tecrîd dewam dike.