Zarokê 15 salî hate girtin
Zarokekî 15 salî bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hate girtin.
Zarokekî 15 salî bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hate girtin.
Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, zarokê 15 salî N.V. bi hinceta ku tevlî çalakiya şermezarkirina qeyûm bû di 12'ê Mijdarê de hate binçavkirin.
N.V. piştî ragirtina li emniyetê bi şev ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hate kirin. Dadger jî bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" biryara girtina zarokê 15 salî da.
N.V. birin Girtîgeha Girtî ya Zarok û Ciwanan a Maltepeyê.