Çalakiya edaletê ya li Dusseldorfê
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Ji bo sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê de li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi pêşengiya YJK-Elmanya û CENÎ li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê çalakî hate lidarxistin. Çalakiya ku her hefte roja Çarşemê pêk tê vê hefteyê ji aliyê 200 Kurdistaniyên li eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) ve hat meşandin.
Çalakiyê saet di 11:00 de dest pê kir û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî zîhniyeta Tirk a faşîst hate şermezarkirin.
Çalakgeran dan xuyakirin, ku hikûmeta Fransayê ev sê sal in di doza Parîsê de ji aliyê hiqûqî ve ti gav navêtiye û bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwesta dewletên Ewropayê ku li pêşberî polîtîkayên qirkirinê bêdeng e, protesto kirin.
Çalakgeran xwestin parlamenterên HDP'ê werin berdan û ji ber Konsolosxaneya Fransayê heta ber avahiya Parlamenta Eyaleta NRW meşiyan.
Di dema meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û dirûşmên "Azadî ji girtiyên siyasî re", "Jin jiyana azadî", Sara Rojbîn Ronahî", "Faşîst Erdogan, hevkar Fransa", "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hatin qîrîn.
Girseya gel li ber avahiya parlamentê çalakiya rûniştinê lidar xist û piştre heyek ji çalakgeran dosyayek li ser rewşa dawî ya siyasî radestî rayedarên parlamentê kir.