Jin li ser 'têkoşîna li dijî dorpêça mêran' axivîn
Jinên Mala Gel, di panela "Li Dijî Dorpêça Paşverû/Mêrî Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û Laîkbûnê" de hatin gel hev.
Jinên Mala Gel, di panela "Li Dijî Dorpêça Paşverû/Mêrî Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û Laîkbûnê" de hatin gel hev.
Panela "Li Dijî Dorpêça Paşverû/Mêrî Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û Laîkbûn" a ku ji aliyê jinên Mala Gel ve hat amadekirin, li Odeya Bijîşkan a Stenbolê hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Endama Mala Gel Nivîskar Çîgdem Çîdamli kir û wek axftvan Rojnameger Ayşe Duzkan, Nivîskar Handan Koç û Lêkolîner Hulya Osmanagaoglû beşdar bûn. Li eywanê pankarta li ser "Îtaat tune ye, îsyan heye. Ev beden, ev welat, ev jiyan a me ye" hat daliqandin. Her wiha dovîzên li ser navê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Nivîskar Asli Erdogan û Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata yên girtî nivîsandî li ser sandalyeyan hatin danîn.
DUZKAN: OL WEK NAVGÎN TÊ BIKARANÎN
Rojnamegera Feminîst Ayşe Duzkan got, serweriya olî ketiye nava jiyana jinan. Duzkan diyar kir ku, bîrdoziya olî di ser jinan re wek navgînekê tê bikaranîn û wiha got:"Ol, li pêşiya jinan astengiyeke mezin e. Dixwazin bawer bikin an ne, wê jin li cem tekoşîna jinan cih bigirin."
KOÇ: DIVÊ JIN XWE JÊ XELAS BIKIN
Nivîskara Feminîst Handan Koç jî got, bi bîrdoziya îslamî ya mêrî hin maf ji bo mêran hatine dayîn û bi mînakan zayendparêziya olên yekxwedayî rawe kir. Koç anî ziman ku, divê hemû jinên li welêt ji binpêkirin û dagiriya patrîarkayî xwe rizgar bikin û got, tu eleqeya konfora mêrî bi olên re tineye û destnîşan kir ku ya ku wê ewleyiyê pêk bîne huqûq e.
OSMANAGAOGLÛ: EGER EM TÊNEKOŞIN WÊ LI SERÊ ME BIBE BELA!
Lêkolînera Femînîst Hulya Osmanagaoglû jî bûyerên dawî yên li welat bi bîr xist û bertekên xwe nîşan dan. Osmanagaoglû got "Dewlet dixwaze têkiliya nava malbatê diyar bike" diyar kir ku, îktîdara AKP'ê olê bi kar tîne û polîtîkayeke nû ya malbatê afirandiye. Osmanagaoglû li dijî polîtîkayên jinan ên AKP'ê bertek nîşan da û got, eger li dijî vana têkoşîn xwe nede der wê li serê jinan bibe bela.