Li Strasboûgê ji hunermend û ‘Çalakiya Edaletê’ xebatên agahdarkirinê
Ji bo faîlên qatilên Caniz, Dogan û Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an hatin qetilkirin diyar bibin, li Strasboûrgê çalakiya edaletê hate lidarxisin, ji aliyê hunermendên Kurd ve jî li pêşiya Konseya Ewropa jî belavok hatin belavkirin.
ANF
STRASBOURG
çarşem, 9 sermawezê 2016, 16:52
Li ser banga Komeleya Jinan a Zîn a ku her 2 hefteyan çalakiya edaletê li Strasboûgê li pêşiya Walîtiya Bas-Rhîn tê li dar xistin.
Jinên ku di destê wan de wêneyên her 3 jinên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan hilgirtin, qetlîama Parîsê tevî ku 4 sal in dem li sere derbas bûye jî hê nehatiye ronîkirin şermezar kirin. Jinan diyar kir ku li bi awayekî vekirî dewleta Tirk li pişt qetlîamê ye, daxwaz kir ku daraza Fransa bila qetlîamamê neke qûrbanê destkeftiyên xwe yên siyasî.
Her wiha jinan pankarta bi zimanê Tirkî û Franasî “Dest nede parlementerên me- dest nede vîna me” hatibû nivîsîn vekirin.
Li aliyê din hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê yên ku ji roja Şemiyê ve li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya “Nobeta Azadiyê” ya ji bo Ocalan bi rêve dibin jî,bi boneya Forûma Demokratîk a Cîhanê banga hestyariyê kirin. Têkildarî têkoşîna Ocalan, qetlîamên AKP’ê yên li dijî gelê Kurd, êrîşên operasyonên qirkirinê siyasî yên li diî hilbijêrên HDP’ê û DBP’ê belavok belavkirin.