Wekîlên ji Skandînavyayê hatin serdana KJA'yê
Parlamenterên Danîmarkî û Swêdî hatin serdana Kongreya Jinên Azad (KJA).
Parlamenterên Danîmarkî û Swêdî hatin serdana Kongreya Jinên Azad (KJA).
Parlamenterên Danîmarkî Anne Rehder, Nîkolayî Vîllûmsen, Parlamenterê Swêdî Hans Lînde KJA ziyaret kirin. Heyet ji aliyê endamên dîplomasiyê yên KJA'yê ve hat pêşwazîkirin.
Endama KJA'yê Ayşe Gokkan di vê hevdîtinê de têkildarî tevgera jinên Kurd û KJA'yê agahî da û bal kişand ser êrîşên li Kurdistanê li dijî gelê Kurd bi taybetî li dijî jinên Kurd tên kirin. Gokkan da xuyakirin, ku girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, êrîşa li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê ye.
GOKKAN: EM BI TÊKOŞÎNÊ DIKARIN XETERIYÊ JI HOLÊ RAKIN
Gokkan anî ziman, bersiva herî bi wate ya li van êrîşan, meşandina têkoşînê ye û got, "Weke ji em ê li malên xwe rûnenên. Em ê têkoşîna azadiyê ya jinê li hemû qadan bimeşînin. Bi têkoşînê em ê van êrîşan ji holê rakin. Di rewşa heyî de 'Şerê 3. ê Cîhanê' diqeqwiem, ku bi fermî nehatiye ragihandin. Xeteriyeke gelekî mezin li ser mirovahiyê bi taybetî li hemberî jinê heye. Bi têkoşînê em ê karibin vê xeteriyê ji holê rakin."
LÎNDE: HÛN DIBIN ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ
Li ser navê heyetê Parlamenterê Swêdî Hans Lînde axivî û got, "Ji ber ku hûn têkoşîna xwe bi felsefeyeke ji hemû bawerî û gelan dimeşînin, têkoşîna we ji bo me dibe çavkaniya îlhamê."
Heyet wê encamên hevdîtinên xwe di raporekê de berhev bike û pêşkêşî raya giştî ya welatên jê hatine, bike.