NÛ BÛ

Tûncel: Berxwedana li dijî darbeyê mafê her kesî ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a ku hat girtin, di parêziya xwe ya li dadweriyê de wiha got: "Em li Tirkiyeyê bi derbeyeke siyasî re hevrû ne. Berxwedana li dijî darbeyê, rawestandina li dijî darbeyê mafê her kesî ye."

Tûncel wiha got: “Mebest qutkirina dengê gelê Kurd e, tepisandina gelê Kurd e, biryareke ku encama wê diyar e. Ev biryar li Enqereyê hatiye dayîn, dixwazim vê destnîşan bikim." diyar kir ku, hemû daxuyanî û xebatên wê yên ku di dema du serdemên parlementeriya wê de pêk aniye ji ber sedema hebûniya wê ye. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ji ber axaftinên wê yî berê 7 dozên cuda lê hatibûn vekirin û ev hemû hefteyek berê di dosyeyekê de hatin berhevkiri û bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" hat girtin.

Tûncel li dadweriyê wiha parêziya xwe kir:"Li Tirkiyeyê em bi darbeyeke siyasî re hevrû ne.Bi taybetî darbeya li dijî HDP’ê ya ku bûye dengê siyasetmedarê Tirk şermezar dikim.Girtina hevserok û parlementeran vê bi awayekî berbiçav nîşan dide. Berxwedana li dijî darbeyê mafê her kesî ye. Ya wê bi vê darbeyê re winda bike, ne HDP ye. Ya ku wê winda bike, wê demokrasî û siyaseta Tirkiyeyê be. Li Tirkiyeyê mixabin siyaset bi destê darazê tê dîzayn kirin. Em careke din bi vê re hevrû mane. Bi taybetî ev kevneşopî di dema îktîdara AKP'ê de bi awayekî tund didome. Sekna îro ya li dijî DBP'ê îspata wê ya herî tund e û niha hebûna min a li vir, ne huqûqî ye.Mebest qutkirina dengê gelê Kurd e, tepisandina gelê Kurd e, biryareke ku encama wê diyar e. Ev biryar li Enqereyê hatiye dayîn, encama wê diyar e, dixwazim vê destnîşan bikim. Min du serdeman parlementerî kir. Daxuyanî û xebatên min ên di van serdeman de hemû sebebên heyîna min in. Eger ev îro bûbin mijara darazê, nexwe wê demê ev di çarçoveya demokrasiya Tirkiyeyê de dîmeneke xeternake. Bi taybetî ev di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ne çareserî ye. Ji roja ku stratejiya şerî bi destê AKP'ê ketiye dewrê heta niha ev didome. Dosyeyên li ber we bi destên cemaetê hatine amadekirin. Min li dozgeriyê jî îfade da, ev ne dozeke huqûqî ye, dozeke siyasî ye. Ji ber vê ji dadgeha we tu daxwazek min tune ye. Ez siyasetmedar im. Ji bo li Tirkiyeyê şer raweste hin hewldanên min çêbûne. Kêliya hûn rê li siyasetê bigirin, wê şer derkeve holê. Têkildarî vê jiyan dimire, xweza dimire, ji bo em rê li vana bigirin siyasetê dikin."