Jinên Konfederasyona Neteweyên Xwecih ên Ekvadorê (CONAÎE) piştgirî dan jinên Kurd.
Jinên Konfedarasyona Neteweyên Xwecih ên Ekvadorê(COANÎE) têkildarî êrîşên qirker ên siyasî yên AKP/Qesrê yên bi ser Kurdan û jinên Kurd peyameke nivîskî da.

Di peyamanê de wiha hate gotin:
‘’CONAÎE, dilsozê banga Kongreya Jinên Azad a Kurdistanê (KJA) dimîne, piştevaniya xwe nîşan dide ji bo hevrêyên ku têne krîmînalîzekirin, hemû girtiyên siyasî yên Kurd û gelê Kurd.
Em ji çol, çirav û daristanên baranî û geliyên Ekvadorê; ango em jin, ji van xakên ku em têkoşîna jiyanê, azadiyê û pir-netewiyê didin û li ber xwe didin bang dikin. Zext li me tê kirin ku em çewisandina dewletê ragirin. Li şûna ku heqê me mîsoger bike, hêzên dewletê me ji bo ku biçewisîne, saziyên wê yên darazê ji bo ku me tawanbar bike û medyaya wê jî ji bo ku me sansur bike, bi kar tîne. Ji bo vê jî em radigihînin ku em bi dil û can li pişt Konreya Jinên Azad a Kurdistanê (KJA) ne û em êrîşa li ser lîderên jinên Kurd ên wêrek şermezar dikin.
Em hemû rê û rêbaz û azîneyên ku berxwedana jina Kurd krîmînalîze dikin û bêdeng dikin şermezar dikin. Em li pişt jinên Kurd in û ji bo ku ji dest nekevin em wan wêrek dikin. Em bang li hemû xwişkên xwe yên li dinyayê dikin; em di tetîkê de ne û jinên me bi wê têkoşînê re ye ku jinên Kurd ji bo azadiya xwe didin."