Jinan li gelek navendan darbeya AKP/Qesrê şermezar kir
Bi hezaran jinên ku li Parîs, Rennes, Mannheîm, Freîburg û Den Haagê hatin gel hev ,darbeya AKP/Qesrê ya ku li dijî HDP'ê pêk anî, bi girseyî şermezar kirin.
Bi hezaran jinên ku li Parîs, Rennes, Mannheîm, Freîburg û Den Haagê hatin gel hev ,darbeya AKP/Qesrê ya ku li dijî HDP'ê pêk anî, bi girseyî şermezar kirin.
LI PARÎSÊ LI BER AVAHIYA AFP'YÊ FAŞÎZMA ERDOGAN HAT ŞERMEZARKIRIN
Li paytexta Fransayê Parîs jinan ji bo şermezarkirina faşîzma Erdogan-AKP'ê û banga hestiyariyê li ber avahiya Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) çalakî li dar xistin.
Endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê ber êvarî li ber avahiya AFP'ê civiyan û bêdengiya çapemeniya Fransî ya derbarê faşîzma Erdogan-AKP'ê ya li dijî HDP'ê şermezar kirin. Jinên ku dovîzên li ser "Jin li dijî faşîzma Erdoganî têdikoşin" nivîsandî hilgirtin, dirûşmeyên wek 'Ewropaya piştevanê Erdoganê kujer' berz kirin.
Di daxuyaniya ku li ser navê saziyên jinan de hat dayîn, ev tişt hatin diyarkirin: "Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û parlementerên jin îrada me ne! Hûn nikarin radest bigirin. Îktîdara Erdogan-AKP'ê ya ku vê pêvajoyê li ser komkujiyan, êrîş û şidetê ava kiriye, bi girtina parlementerên HDP'ê heman pêvajoyê didomîne. HDP bû partiya jin, karker, bindest, ciwan û gelan. HDP li dijî nelirêtiya bêdeng nema. HDP nûnerê nasnameyên netewî yên hatine tunekirin û baweriyan. HDP li dijî serdestiya mêrî, bi daxwaza wekhevî û azadiyê bû partiya jinên li ber xwe didin. Ji ber vê ti hukmê tawanbariyên rejîma faşîst ên arasteyî HDP'ê tine ne. Terorîstê esas dewleta faşîst a kujer a Tirk û berdevkê wê AKP, Erdogan e."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê xwedî li nûnerên jin bê derketin û banga berdewamiya têkoşîn û çalakiyan hat kirin.
Piştî daxuyaniyê li ser navê jinên çalakvan heyetek bi rayedarên AFP'ê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku, ji bo Erdogan darbeya ku pêk aniye neyê bihîstin hemû TV, radyo, rojname û ajans girtine û înternet qut kiriye û wiha hat gotin: "Li vir wek saziyeke çapemeniyê divê hûn berpirsiyariya dikeve ser milê we bi cih bînin û divê hûn faşîzma Erdogan-AKP'ê li hemû cîhanê teşhîr bikin."
Rayedarên AFP'ê jî diyar kirin ku, ew ê li dijî vê rewşê hestiyartir bin.
Çalakiya jinan bi berzkirina dirûşmeyên bi dawî bû.
RENNES
Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zînê û CDK-Rennesê Kurdistaniyan çalakî li dar xistin.
Li Place de la Maîreyê li gel baraneke dijwar jî, zêdeyî sed kesên ku hatin gel hev, faşîzma AKP'ê şermezar kirin.
Pişt re girse bi berzkirina dirûşmeyan ber bi avahiya Ajansa Nûçeyan a Ouest Franceyê ve meşiyan û bi dîrektorê ajansê re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku, wê derbarê bûyerên li Kurdistanê diqewimin bi Kurdan re hevpeyvîn bên çêkirin û her wiha wê meşa roja Şemiyê û 'Çalakiya edaletê' ya wê roja Çarşemê bê lidarxistin, wê jî ji aliyê ajansê ve bên şopandin.
Piştî hevdîtinê girse bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.
LI FREIBURGÊ STANDA AGAHDARKIRINÊ
Li bajarê Freîbûrgê yê elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Nûdayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê, têkildarî girtina parlementerên HDP'yiyan standeke agahdarkirinê hat vedan.
Standa ku li ser Kolana Kaîser Josephê ya Freîbûrgê îro hat vekirin, wê xebatên agahdarkirinê heta roja Înê bidomin. Standa ku wê di navbera saetên 13.00-17.00'an de enformadyonê pêk bîne, wê roja Înê bi çalakiya girseyî ya ku wê saet di 17.00'an de li Agustînerplatzê bê li dar xistin bi dawî bibe. Standa ku piraniya peywirdarên wê jin in, îro bi sedan kesî re hevdîtin pêk anîn û derbarê rewşa siyasî ya li Tirkiye û Kurdistanê gelek kes agahdar kirin. Her wiha di çalakiya hevpar a jinan û DKTM'yê de bi sedan belavok hatin belavkirin.
LI MANNHEÎMÊ BI HEZARAN KES MEŞIYAN
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê jî bi organîzekirina Meclîsa Jinan a Ronahî-Berîvan, Navenda Civaka Kurd, DGB,HDK'ê meşek hat lidarxistin.
Bi hezaran kesên li Paradeplatzê hatin gel hev ber bi Zanîngeha Mannheîmê ve meşiyan. Di mîtîngê de peyamên gelek partiyên çepgir ên Elmanyayê hatin xwendin.
Mîting bi berzkirina dirûşmeyên wek ‘Biji HDP’, ‘Biji Serok Apo’, ‘Kujer Erdoganî" bi dawî bû.
LI DAN HAAGÊ DI PÊŞENGTIYA JINAN DE ÇALAKÎ
Her wiha li Den Haagê jî bi pêşengiya TJK-E'yê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de dîlgirtina hevserok û parlementerên HDP'yî hat şermezarkirin.
Li ser banga TJK-E ya ku li dijî dîlgirtina parlementerên HDP’ê biryara çalakiyê bêdem girtine, îro li bajarê Dan Haag li pêşiya avahiya parlementoyê çalakiya protesoyêhate lidarxistin. Di çalakiya ku saet navbera 15:00-17:00’na de pêk hat peyama li dijî darbeya faşîst a AKP’ê vîna gel naşikê hate dayîn.
Di çalakiya de ku rêxistinê çepgir ên Tirkiyeyî jî piştgirî kirin, berdeva Meclîsa Jinan a Ronahî Gûneş Gundemîr axifî . Gundemîr diyarkiri ku êrîşên AKP’ê piştî hilbijratina 7’ê Hezîranê ve bê navber dewam dike. Gundemîr destnîşan kir ku dewletên Ewropa bi daxuyaniyê mîna ‘Fikarên me hene” tînin ziman, pêşiya êrîşên hov ê Erdogan nagirin.
Hevserokê NCKD a Dan Haagê Cemîl Serhat jî wiha got: “Armanca sereke ya êrîşên faşîzma AKP’ê şikandina vîna gelê Kurd e û pêşîgirtina vê jî berxwedan e. Serhat banga beşdariyê jî li çalakiya ku wê 12’yê Mijdarê ku li Amsterdam û 17’ê Mijdarê li Brûkselê bê li dar xistin jî kir.
Di axaftinên li ser navê ATÎK’ê de jî hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê enceq sîstema faşîzmê bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasî û gelan têk biçe.