Di Cotmehê de 35 jin hatin kuştin

Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin', têkildarî tundî, êrîşa zayendî û kuştina jinan raporek weşand û di raporê de hate gotin, di Cotmehê de 35 jin hatin kuştin û 29 zarok hatine îstîsmarkirin.

Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' rapora kuştina jinan a meha Cotmehê weşandin. Di raporê de hate gotin Erdogan û Hikûmeta AKP’ê gotinên xwe yên dijminane yên dijî jinan berdewam dikin û kuştina jinan û tundiya li ser wan zêdetir bûye. Di raporê de hate gotin, 35 jin di meha Cotmehê de hatine kuştin, li ser 21 jinî tundiya zayendî hatiye kirin, li ser 29 zarokan jî îstîsmarî hatiye kirin.

Di raporê de hate gotin gotinên nefretê yên li ser jinê zêde bûne û tê xwestin ku hê di zaroktiyê de dixwazin rê li ber zewacê vekin. Di raporê de hate gotin, li Mugla 4, li Stenbolê 3, li Aydin, Manîsa, Balikesîr, Riha, Orduyê 2 jin hatine kuştin.

ÎSTÎSMARA ZAROKAN 2 CARAN ZÊDE BÛYE

Di raporê de hate gotin Hikûmeta AKP’ê xebatan dike da ku rê li ber zewaca zû veke û wiha bi nav de çû, ‘’Îstîsmara ser zarokan du caran zêde bûye û 29 zarok hatine îstîsmarkirin. Pêşnûmeya temenê 12 salî ku Komîsyona Edelatê ya TBMM’ê pejirandiye, rê li ber vedike ku zarok bizewicin, ev zarokên ku ji hêla zayendî ve têne îstîsmarkirin, têne kuştin.’’

 ‘JIN JI HÊLA DEWLETÊ VE NAYÊN PARASTIN’’

Di raporê de hate gotin sedî 51 jinan ji bo ku dixwazin derbarê jiyana xwe de biryarê bistînin, têne kuştin û hate gotin di vê mehê de 9 jinên ku hatine kuştin, ji ber ku xwestin keçên xwe ji hevserê xwe biparêzin, hatine kuştin. Di raporê de hate gotin, ji jinên ku hatine kuştin, ji wan yê 3’yan li gel ku parêzvanê wan hebûn jî hatin kuştin, ‘’Dewlet ji bo ku jinana naparêze, jin dixwazin xwe biparêzin, dayik ji bo ku dixwazin keçên xwe biparêzin têne kuştin.’’