Meclîsa Jinê ya DBP'ê, têkildarî darpkirin û girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel daxuyaniya nivîskî da. Meclîsa Jinê di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê li dijî destkeftiyên jina kurd û têkoşîna wê polîtîkayên darbeyê xistiye meriyetê. Meclîsa Jinê ya DBP'ê, diyar kir ku îktîdara AKP’ê di şexsê jinê de tolê ji civakê hiltîne, lê jina kurd dê bi kevneşopiya berxwedan û têkoşîna xwe êrîşan pûç bike û bi ser bikeve û wiha got: "Li dijî gelên Tirkiye şerekî bêsînor hatiye destpêkirin. AKP xwe bi siyaseta înkar û îmhayê ava dike. Herî dawî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP'ê hatin girtin. duh jî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel hat girtin.
AKP ji têkoşîna jina kurd ditirse. Ev pêkanîna faşîzan a rejîma AKP'ê dewleta mêr li ser rastiya mêrê serdest tundiyê li ser vîna jinê pêş dixe. Vê konsepta êrîşên birdozî bi hezar salan e dimeşîne. Bi hezar salan e vê pergala statuya koletiyê ferz dike. Bi çanda koletiyê dixwaze serdestiyê li ser civakê bike û civakê teslîm bigire. Rejîma faşîzan a AKP'ê baş dizane ku têkoşîna berxwedanê ya jina kurd a 40 salan û civak bi rêxistin kiriye û bi vê hêza rêxistinbûna civakê dikare li ser bingeha azadiya xwe tevî hemû destkeftiyên xwe, xwe bêtir mezin bike û li gorî rol û misyona xwe ya dîrokî û destkeftiyên statuya gelê kurd ya pergala azadiyê têxe meriyetê.
Em êrîşên faşîst ên rejîma AKP'ê yên yên li dijî hevserokên xwe wekîlên jin, hevşaredarên xwe bi tundî şermezar dikin. Em diyar dikin ku em wê her dem di ber xwe bidin û serketin wê ya me be."