Polîsan êrîş bire ser jinên ku girtina parlementeran şermezar kirin
Polîsan êrîş bire ser rêxistinên jinan ên bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên HDP-HDK'ê girtina parlementeran şermezar kirin.
Polîsan êrîş bire ser rêxistinên jinan ên bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên HDP-HDK'ê girtina parlementeran şermezar kirin.
Polîsên ku berzkirina dirûşmeyan a jinan jî tehemul nakin, bi guleyên plastîk êrîşî girseya ku belav bû kirin û gelek kesî bi derbkirinê binçav kirin. Jinên ku li dijî şideta polîsan bi dirûşmeyan bertek nîşan dan destnîşan kirin ku, ew ê qadan, meydanan û kuçeyan neterikînin.
Jinên ku bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên HDK-HDP'a Stenbolê daketin Qada Îskeleya Kadikoyê, li ber tilîliyan girtina parlementerên HDP'yîyan şermezar kirin. Çalakiya ku Parlementerên HDP'ê Pervîn Bûldan, Huda Kaya, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît beşdarî wê bûn, li gel jinên EHP, EMEP, SODAP'î û Demokrata Nû gelek rêxistinên jinan piştevaniya wê kir. Di çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de hat lidarxistin de, pankarta li ser wêneyên jinên HDP û DBP'yî û nivîsa "Em ji bo vîna xwe û pêşeroja xwe li vir, li ber xwe didin”û “Bijî piştevaniya jinan" nivîsandî û dovîzên li ser "Dewlet dest ê xwe ji jinan vekişîne", "Jinên HDP'î ne bi tenê ne" nivîsandî hatin hilgirtin.
‘EM NAÇIN PARLEMENTOYEKE KU HEVSEROKÊN ME NE LÊ BIN'
Jinan li dijî anonsên polîsan ên wek "Dirûşmeyan berz nekin an jî em ê mudaxile bikin" dirûşmeyên wek “Jin jiyan azadî”, “Bijî piştevaniya jinan", “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî têkoşîna jinan" berz kirin. Di çalakiyê de peyamên parlementerên jin ên HDP'î û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ên girtî ku ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin. Piştî peyaman yek bi yek navê parlementerên hatin girtin hatin xwendin û ji bo her navekî girse bi yekdengî got;"Ne bi tenê ye." Di çalakiyê de ewil Parlementera HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan diyar kir ku ew îro ji bo parlementerên wan ên hatine girtin li Kadikoyê kom bûne û hest, hezkirî û silavên xwe ji bo parlementeran rêkirin. Bûldan destnîşan kir ku wan wek HDP'ê biryara rawestandina faaliyetên xwe yî meclîsê rawestandine û got, ew ê neçin meclîseke ku hevserokên wan ne lê bin. Bûldan herî dawî got, çi dibe bila bibe ew ê her tim li kuçe û qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin.
‘EM Ê NEYÊN TEPISANDIN XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN'
Pistî Bûldan, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî. Koçyîgît diyar kir ku, bi rehîngirtina parlementerên HDP'yî, temsîliyet li têkoşîna azadiya jinê tê ferzkirin. Koçyîgît destnîşan kir ku ew ê li dijî van êrîşan netepisin, teslîm nebin û heta dawî têbikoşin.
MÊRÊN PIŞTEVANIYA JINAN KIRIN BI DERBKIRINÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Ayşe Îgdegen a ku li ser navê jinan daxuyanî xwend jî wiha got: "Em sûrandina ji kuçeyan, meclîsê û vegera malê red dikin. Em jin dizanin ku têkoşîna azadiya jinê tenê ji bo me talîmat e û em ê her li ber xwe bidin."
Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî jinên ku bi berzkirina dirûşmeyanbelav dibûn kirin. Polîsên ku li kuçeyan êrîşî her kesî kirin, gelek mêrên ku piştevaniya jinan kirin bi giranî derb kirin û ew binçav kirin. Her wiha polîsan êrîşî xebatkarên çapemeniyê yên xwestin wêneyan bikşînin jî kirin û bi guleyên plastîk êrîşî girseya kirin.