JIN
Hemû Nûçe
-
Ayla Akat Ata: Em ê ji bo azadiyê heta dawiyê têbikoşin
Berdevka KJA'ê Ayla Akat Ata diyar kir, ew li pişt gotinên xwe yên li ser Ocalan û xebatên xwe yên KCD û KJA'yê ye, ku weke sûc hatibûn dîtin. Ata got, "Ew nikarin me bêdeng bikin. Em ê heta dawiyê, rastiyê biparêzin." -
Biryara girtina Besîme Konca hat dayîn
Ji bo parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca biryara girtinê hat dayîn. -
Li Kerkûkê cesedê jinekê hate dîtin
Li Kerkûkê cesedê jinekê, ku bi kêrê hatiye kuştin, hate dîtin. -
TAJÊ-Ewropa hate damezrandin
Jinên Kurd ên Êzidî yên li Ewropayê, ji bo xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-Ewropa) ava kirin. -
Cenazeyê Sila Abalay hat veşartin
Cenazeye Sila Abalay ya li Stenbolê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Erdexanê hat definkirin. Bapîrê Abalay Ahmet Abalay wiha got; "Bila şer bi dawî bibe." -
YJA STAR: Ekîn Denîz şervaneke heqîqetê bû
YJA STAR’ê diyar kir ku Ekîn Denîz ji bo nekeve destê dijmin xwe feda kiriye û got , “Bûye nîşana jinên Kurdistanê yên ku ji bo nekevin destê dijmin xwe feda dikin.” -
Leyla Xalid dest bi greva birçîbûnê kir
Yek ji sembolên berxwedana Filistînê Leyla Xalid, ji bo piştgiriyê bide girtiyên Filistînî dest bi greva birçîbûnê kir. -
Li Zanîngeha Kerkûkê semînera li ser jineolojiyê
Endamên RJAK'ê, li ser jineolojiyê li Zanîngeha Kerkûkê semînerek lidar xistin. -
Li Parîsê çalakiya ‘Azadî ji bo Meşale Tolû’yê
Ji bo wergêra ETHA’yê Meşale Tolû bê berdan, li Parîsê çalakiyek hate lidarxistin. -
Fermandariya Navendî ya YJA Star gerîla Hindistan bibîr anî
YJA Star: Rêwîtiya Hindistanê êş û janên jinên Kurd vegerand kêfxweşî, rêwîtiya wê vegera siberojekî azad a zarokên Kurd bû. Têkoşîna wê têkoşîna bi Rêber Apo re li ser xakekî azad hevdû dîtin bû. -
Dayikên Şemiyê: ‘Ev erdnîgarî bû erdnîgarya mirinan’
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Husemetîk Yaman û Mehmet Soner Gul pirsîn û gotin, ‘’Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe’. -
Serpîl Kemalbay bû Hevseroka HDP’ê
Li Stenbolê duh civîna Desteya Rêveber a Navendî (DRN) çêbû û li şûna Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku Daraza bilind endamtiya wê ya partiyê xist, endama DRN’ê Serpîl Kemalbay anîn. -
Polîsan li Stenbolê jinek kuşt
Li Stenbolê Kuçukçekmeceyê di opasyonekê de ku bi îdîaya bi ser DHKPC-yê de, bi îdîaya ku bi polîsan re ketiye nav şer Sil Abalay a 18 salî hate kuştin, 2 kes jî hatin binçavkirin. -
Kê Siûdî ji bo Komîsyona Statûya Jinan hilbijart?
Nayê zanîn bê ka kê Erebîstana Siûfî ji bo Komîsyona Statûya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hilbijartiye. -
KJK: Li hemberî faşîzmê divê eniya azadî û demokrasiyê were berfirehkirin
KJK: Di 80’emîn salvegera Terteleya Dêrsimê de divê hemû gel û aliyên demokrat ên li jêr tehdîda qirkirin û qetlîamê de ne, li hemberî faşîzma Erdogan-Bahçelî têkoşînê geştir bikin û eniya azadî û demokrasiyê berfirehtir bikin. -
Berdevka KJA'yê Ata hat berdan
Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan (BHQ) de hatibû girtin, hate berdan. -
Ji bo şervana YPJ’ê Fehîme Yaman konê sersaxiyê hate vegirtin
Ji bo Fehîme Yaman (Zozan Botan) a ku şervana YPJ’ê bû û di pêngava azadkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Dîlokê konê sersaxiyê hate vegirtin. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li benda edaletê ne
Kurdistanî û dostên wan ên ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez her hefte di çalakiya edaletê de tên li gel hev, bi yek dengî gotin: “Em Sakîne, Rojbûn û Leylan e û edaletê dixwazin”. -
Parlementera HDP’ê Konca bi şertê kontrola adlî hat berdan
Parlementera Sêrte ya HDP’ê Besîme Konca ji doza “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” bi şertê kontrola adlî hate berdan. -
Ji bo jinên Êzidî pêşniyazname da Parlemetoya Baselê
Parlementera SP’ê Brîgîtte Hollînger, ji bo 50 jinên Êzidî bîne Baselê û biparêze, ji bo parlemetoya bajêr Baselê pêşnîyazname şand. -
Ji TJA’yê ji bo beşdarbûna rûniştina doza Ata’yê bang
TJA: Em hemû jinan vedixwînin rûniştina doza siyasetmedara Kurd Ayla Atak Ata ya ku wê 04’ê Gulana 2017’an bê lidarxistin bibin. -
Navê Nazê Naîf Qewal li kampeke li Serdeştê kir
Navê Nazê Naîf Qewal, ku di 14'ê Adarê de li bajarokê Xanesorê di xwepêşandana protestoyî de ji aliyê çeteyên PDK'ê ve hate kuştin, li kampeke li Serdeştê hate kirin. -
Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê hate avakirin
Nûçegihanên Jin Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê ragihandin. -
Hevşaredara Payîzavayê Çetîn hat girtin
Hevşaredara Payîzavayê Yîldiz Çetîn bi îdaya 'endamê rêxistinê ye' hat girtin. -
Dadgeriya Tirk dîsa biryara girtina wekîla HDP'ê Aydogan da
Derbarê Wekîla HDP’ê Nûrsel Aydogan ku çend rojên bihurî serbest hatibû berdan, dîsa biryara girtinê hate dayin