Li Parîsê çalakiya ‘Azadî ji bo Meşale Tolû’yê
Ji bo wergêra ETHA’yê Meşale Tolû bê berdan, li Parîsê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo wergêra ETHA’yê Meşale Tolû bê berdan, li Parîsê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo protestokirina girtina wergêra Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (ETHA) Meşale Tolû û berdana wê, li pêşiya Strasbourg - Saînt-Denîs Kemer çalakiyek hate lidarxistin.
Li ser banga di saet 18:00’an de girse li pêşiya Strasbourg - Saînt-Denîs Kemer kom bûn, dirûşmên “Meşale ne bi tenê ye” û “ Ji bo Meşaleyê azadî” qîr kirin. Peyama piştgiriyê ya bi Meşale re anîn ziman.
Di axaftinên li ser navê nûnertiya SKB’ê hate kirin de wiha hate gotin: “AKP-Erdogan di êrîşên xwe yên faşîst de sînoran nas nake. Êrîşên binçavkirin û girtinê yên li hember jinan dixwazin têkoşîna me ya wekhev û azad asteng bike. Gelek endamên SKM’ê hatin binçavkirin û girtin, hinek jî di lêgerînê de ne. Di vê êrîşê de jî wergêra ETHA’yê Meşale Tolû jî para xwe ji vê girt.”
Nûnertiya SKB’ê diyar kir ku ji bo protestokirina van êrîşan li hev kom bûne û got: “Meşale Tolû weke endameke ya Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) di nava têkoşîna azadiya jinê de cihê xwe girt. Em daxwaza berdana Meşale Tolû dikin.