Cansiz, Dogan û Şaylemez li benda edaletê ne

Kurdistanî û dostên wan ên ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez her hefte di çalakiya edaletê de tên li gel hev, bi yek dengî gotin: “Em Sakîne, Rojbûn û Leylan e û edaletê dixwazin”.

Çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an de li paytext Parîs a Fransayê hatin qetilkirin vê hefteyê jî didome.

Çalakiya edaletê ya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ve hate lidarxistin, Kurdistanî û nûnerên SKB’ê jî beşdarî kirin.

Di saet 14:00’an de ji pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê heta pêşiya avahiya Buroya Enformasyona Kurdistanê ku her 3 jinên şoreşger ên Kurd lê hate qetilkirin meşek hate lidarxistin.

Di meşê de dirûşmên “Em edaletê dixwazin”, “ Em hemû Sakîne, Rojbîn û Ronahî ne” û “Kujer Erdogna” hate qîrkirin.

Li pêşiya avahiya Boroya Enfarmasyon a Kurdistanê ji kesayeta Sakîne, Rojbîn û Ronahî de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Di axaftinên hatin kirin de daxwaz ji hikûmeta Fransa hate kirin ku destên qirêj ên li pişt vê qetlîamê ronî bike, peyamên ku wê dev ji dozê bernedin hatin dayîn.