Biryara girtina Besîme Konca hat dayîn
Ji bo parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca biryara girtinê hat dayîn.
Ji bo parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca biryara girtinê hat dayîn.
Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca di 13’ê Kanûna 2016’an de hatibû girtin û di 3’ê Gulanê de 2. Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê biryara berdanê dabû. Serdozgerê Komarê îtîrazî vê biryarê kir û îtîraza wî hate qebûlkirin. Ji aliyê 3. Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê ev îtîraz hat nirxand û biryara girtina Besîme Konca hat dayîn.
Konca di 3’ê Gulanê de li ser daxwaza dozger ji aliyê heyeta dadgehê hatibû berdan.