Leyla Xalid dest bi greva birçîbûnê kir

Yek ji sembolên berxwedana Filistînê Leyla Xalid, ji bo piştgiriyê bide girtiyên Filistînî dest bi greva birçîbûnê kir.

Yek ji sembolên berxwedana Filistînê, endama Buroya Siyasî ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê Leyla Xalid, ji bo destekê bide girtiyên Filistînî yên li girtîgehên Îsraîlê di greva birçîbûnê de ne, dest bi greva birçîbûnê kir.

Al Watan Voîce di nûçeyeke xwe de cih da vê daxuyaniya Xalid: "Em ê destûrê nedin ku mafên me bên tasfiyekirin. Greva birçîbûnê xeta di navbera me û dijmin de ye. Eniyeke ku tenê ji madekî vala pêk tê. Em ê hê gelek tiştan hînî wan bikin, ku Filistînî birçî jî bin wê ala spî hilnedin."

Bi pêşengiya yek ji lîderên têkoşîna Filistînê Mervan Bargûtî, bi qasî 1500 Filistîniyên li girtîgehên Îsraîlê ne, ji 17'ê Nîsanê û vir ve bi dirûşma "Greva azadî û rûmetê" di greva birçîbûnê ya bê dem-bêdorveger de ne.