Li Zanîngeha Kerkûkê semînera li ser jineolojiyê

Endamên RJAK'ê, li ser jineolojiyê li Zanîngeha Kerkûkê semînerek lidar xistin.

Endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), li Zanîngeha Kerkûkê semînerek li ser jineolojiyê dan. Semîner ji aliyê RJAK û kovara Trûske ve hate organîzekirin û gelek xwendekar beşdar bûn.

Endama Desteya Rêveber a RJAK'ê Evîn Zîlan di semînerê de li ser mijarên "Jineolojî, rola jinê li Rojhilata Navîn û rewşa jinê li nava civaka Kurdistanê" axivî.

Gelek xwendekarên Kurd, Ereb û Tirkmen beşdarî semînerê bûn. Semîner bi pirsên xwendekaran û bersiva ji bo van pirsan qediya.