Cenazeyê Sila Abalay hat veşartin

Cenazeye Sila Abalay ya li Stenbolê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Erdexanê hat definkirin. Bapîrê Abalay Ahmet Abalay wiha got; "Bila şer bi dawî bibe."

Cenazeyê Sila  Abalay a 18 salî ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, li warê wê Erdexanê hat veşartin.


Cenazeyê Abalay ya ku duh ji Stenbolê hat derxistin anîn Cemxaneya li taxa Aşagigundeş Ata ya navçeya Damala Erdexanê . Piştî merasîma di bin dorpêça polîsan de, cenazeyê Alabay li goristana navçeyê hat definkirin.


Bapîrê Abalay Ahmet Abalay ê 69 salî li ser goristanê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got; "Em dixwazin şerê birakujiyê bi dawî bibe. Bila dayîkên din negirîn. Înşalleh wê xweşî were Tirkiyeyê û bi xêr be. Çareyeke din tune ye. Îro ez, sibê jî tu.”


Piştî merasîma cenaze 5 kesên ku xwestin qerenfîlên sor deynin ser gora Abalay ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.