Fermandariya Navendî ya YJA Star gerîla Hindistan bibîr anî

YJA Star: Rêwîtiya Hindistanê êş û janên jinên Kurd vegerand kêfxweşî, rêwîtiya wê vegera siberojekî azad a zarokên Kurd bû. Têkoşîna wê têkoşîna bi Rêber Apo re li ser xakekî azad hevdû dîtin bû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star a ku gerîlaya YJA Star Hindistan Penaber (Hindistan Yuksek) a di encama operasyona artêşa Tirk a 27-29’ê Nîsanê ya li herêma Alîbogazi ya Dersimê lidar xistî de jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî wiha got: “Hevrêya me Hindistan û malbatê wê li dijî polîtîkayên bênasnamekirin û koçberkirinê ya dewleta Tirk a mêtînger tim berê wan li Botan û Kurdistanê bûn.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star a ku daxuyaniyek nivîskî da diyar kir ku 27-29’ê Nîsanê artêşa Tirk a faşîst li Alîbogazi ya Eyaleta Dersimê dest bi operasyonekî berfireh kiribû.

Fermandariya YJA Star a destnîşan kir ku di vê operasyonê de şer derket, gerîlayan li dijî artêşa Tirk bi lehengî şer kir û derbên giran lêxistin. Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Di navbera 27-29’ê Nîsanê de artêşa Tirk a faşîst li Alîbogazî ya Dêrsimê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de şer çêbûbû û gerîllayên me bi qehremanî li ber xwe dabûn û derbe li dijmin xistibûn. Di van şeran de hevrê Hindistan û komek hevalên me yên gerîlla heta fîşeka dawîn şer kiribûn û gihiştibûn şehadetê. Em sersaxiyê ji malbata hêja û welatparêz a Hindistanê û ji gelê xwe re dixwazin.

Hevrê Hindistan û malbata wê li ya Botanê li hemberî şewitandina gundan ên di salên 1990’î de teslîmiyet û îxanet qebûl nekirine û bêtir nêzî tevgera azadiyê bûne. Hevrê Hindistan û malbata wê li hemberî polîtîkayên dijmin ên penaberî û qutkirina ji nasnameyê her dem berê xwe dane Botan û Kurdistanê. Hevrê Hindistan di malbateke wisa de mezin bûye û di nav refên têkoşînê de gihiştiye asteke bilind a şoreşgerî û şervaniyê. Ji sala 2003’an a ku beşdarî refan bûye û heta roja ku şehîd bûye, her dem bi awayekî xurt beşdarî têkoşînê bûye. Hevrê Hindistan ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Botan û Dêrsimê li gelek qadan maye. Di jiyana xwe ya gerîllatiyê ya 14 salan de bi kedkarî, fedakarî û pêşengiya pratîk têkoşiyaye. Ji herêmên şer heta xebatên çapemeniyê di gelek qadan de cih girtiye. Di dema xebatên çapemeniyê de bi bername û nivîsan rastî û têkoşîna gerîllayan gihandiye gel. Xwest bibe ziman û çavê çiyayan. Di qadên şer de wekî fermandar her dem li pêş bû. Bi tecrubeya xwe ya bi salan berê xwe da Çiyayên Dêrsimê û li vê derê têkoşiya. Rêwîtiya wê bidawîkirina penaberiyê û anîna azadiyê bû. Bi vê evînê li Kurdistanê geriya. Rêwîtiya wê ji bo vî tiştî bû ku êşên jinên Kurd bike kêfxweşî û ji zarokên Kurd re pêşerojên azad ava bike. Têkoşîna wê ji bo vî tiştî bû ku Rêber Apo bigihîne axa Kurdistanê. Di vê têkoşîna mezin de heta nefesa xwe ya dawîn têkoşiya û bi qehremanî şehîd ket.

Têkoşîn û helwesta wê ya bi rûmet ji bo me mînak e û layiqbûna li bîranîna wê sedema me ya hebûnê ye. Tolhildana şervan û fermandara me ya azadiyê Hindistan Penaber wê soza me be.

Em careke din dibêjin bila serê gelê me û malbata wê sax be, em rêhevalên wê yên têkoşînê soza xwe ya serkeftin û azadiyê dubare dikin.”