Ji TJA’yê ji bo beşdarbûna rûniştina doza Ata’yê bang

TJA: Em hemû jinan vedixwînin rûniştina doza siyasetmedara Kurd Ayla Atak Ata ya ku wê 04’ê Gulana 2017’an bê lidarxistin bibin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ya ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku piştî qedandina pêvajoya aştiyê ya bi destê AKP’ê ve û şûnde, operasyonên qirkirina siyasî ya ku yek ji parçeyê şerê dewletê ku di serî de li ser bajarê Kurdisanê talankirin û qirkirin dana meşandin, di serî de li dijî jinên Kurd, gelê Kurd, hemû sazî û dezgehan, hevşaredar û wekîlan hate birêvebirin.

Di daxuyaniya TJA ya ku destnîşan kir, bi hinceta darbeya 15’ê Tîrmehê di çarçoveya Rewşa Awarte re bi sedan saziyên civaka sivîl hatin girtin, akademîsyen jî di nav de rojnamevan, siyasetmedar hatin binçavkirin wiha got: “Bi derxistina BHQ’ê de bi hezaran kedkar ji kar hatin derxistin,di çarçoveya êrîşên li ser kesayeta jina Kurd de li dijî gelê Kurd hat kirin ji bo 85 şaredariyan qeyûm hatin wezîfedarkirin,162 hevşaredar ji peywirê hatin girtin. 37 hevşaredarên me hatin girtin. Bê ku ti hincetan nîşan bidin êrîş KJA ya ku rêxistina sêwan a Jinên Kurd e kirin û girtin, bi sedan aktivîst hatin girtin. Di nava kesên hatin girtin de Berdevda Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata jî hebû.

Berdevda Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata ya ku 30’ê Cotmeha 2016’an hate girtin şadin girtîgeha Tîpa F a Dandirayê. Ji ber daxuyaniyên berdevka me ya demê di derbarê wê de bi dehan doz hatine vekirin û 95 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Ayla Akat Ata di têkoşîna azadiyê de di asta herî jor de kar daye meşandin û tevî hemû rê û rêbazên êrîşan azadiya jinê heta dawî parastiye. Di kesayeta Ayla Akat Ata de hemû jinên KJA’yê û kesên ji têkoşîna azadiya jinê bawer dikin û birêve dibin hatiye hedefkirin.

Yek ji dehan dozên ku di derbarê hevala me Ayla de hatiye vekirin 04’ê Gulana 2017’an de li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpê dike. Ji bo xwedîderketina têkoşîna jinê û hemû hevalên me yên ku niha di girtîgehê de ne ji bo têkoşîna azadiya jinê li ber xwe didin, bang dikin ku beşdarî rûniştina doza hevala me Ayla bibin û xwedî lê derkevin.

Em weke TJA, we hemû jinan vedixwînin rûniştina doza siyasetmedara Kurd Ayla Atak Ata ya ku wê 04’ê Gulana 2017’an bê lidarxistin bibin.

Rûniştin sibe saet 09:00’an li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpê dike.