Li Kerkûkê cesedê jinekê hate dîtin

Li Kerkûkê cesedê jinekê, ku bi kêrê hatiye kuştin, hate dîtin.

Li ser rêya balafirgeha Kerkûkê, cesedê jineke ku bi kêrê hatiye kuştin, hate dîtin. Tê texmînkirin, emrê jina navborî 18-20 salî û ducanî bû. Li gorî agahiyan, li qirika wê şûna derba kêrê heye. Cenazeyê jina ciwan, ku nasnameya wê hê nehatiye tespîtkirin, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Kerkûkê.

Ji destpêka sala 2017'an û vir ve, 4 cenazeyên jinan li Kerkûkê hatine dîtin. Lê heta niha ti kiryar an jî kiryarên wan nehatine girtin.

Li Başûrê Kurdistanê, komkujiya li jinan di dema dawî de zêde bûye. Bi taybetî cînayetên 'şewitandinê' zêde bûne.