Serpîl Kemalbay bû Hevseroka HDP’ê
Li Stenbolê duh civîna Desteya Rêveber a Navendî (DRN) çêbû û li şûna Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku Daraza bilind endamtiya wê ya partiyê xist, endama DRN’ê Serpîl Kemalbay anîn.
Li Stenbolê duh civîna Desteya Rêveber a Navendî (DRN) çêbû û li şûna Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku Daraza bilind endamtiya wê ya partiyê xist, endama DRN’ê Serpîl Kemalbay anîn.
Civîna DRN’ê ya HDP’ê ku duh li Stenbolê dest pê kirî û sibe jî wê berdewam bike, tê payin ku di civînê de biyarên girîng werin standin.
Civîn bi tevlêbûna hemû wekîl û endamên DRN’ê didome. Yek ji xala girîng a rojevê ew bû bê ka wê kî were şûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku endamtiya wê ya partiyê ji hêla daraza bilind ve hatibû xistin.
Diyar bû ku li şûna Yuksekdag endama DRN’ê û Alîkara Hevserokê Giştî Serpîl Kemalbay hatiye pêşniyar kirin. Têp ayin piştî civîna ku sibe wê biqede wê hevseroktiya Kemalbay were ragihandin.
Her wiha agahî hate bidestxistin ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş heta pêvajoya kongreyê wê li ser karê xwe yê hevseroktiyê be.