Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê hate avakirin

Nûçegihanên Jin Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê ragihandin.

Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê li Şaxê ÎHD’ê yê Amedê bi daxuyaniyeke çapameniyê hate ragihand. Daxuyanî ji hêla nûçegihana dîhaberê Semra Tûran ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zext û zordariya li ser çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ku piştî 15’ê Tîrmehê û Rewşa Awarte zêdetir bûye. Hate gotin, ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de (BHQ) gelek organên çapemeniyê, gelek nûçegihan hatine girtin û di nav wan organên çapemeniyê de ku biryara girtinê li ser dane ajansa JINHA jî hebû ku li Tirkiyê tekane û ajansa pêşî ya jinan e.

Semra Tûran diyar kir, ku piştî ragihandina Rewşa Awarte û BHQ’yan hevgirtin weke hewcehiyekê diyar bûye û ji bo vê jî nûçegihanên ku hev digirtin li platformeke wiha civiyane. 

Tûran ragihand, platforma wan wê bi giranî nûçegihaniya jinê bike û ji hemû nûçegihanên jin re û ji hevgirtina navneteweyî re vekirî be.

Bi domdarî wiha hate gotin: "Platforma me ji bo her cure kirinên dij demokratîk ku nûçegihanên jin wê di Rewşa Awarte de bijîn berbiçav bike û ji bo ku di raya giştî de were dîtin wê xwedî ristekî girîng be. Wê bibe mekanîzmaya ku destekê dide nûçegihaniya jinê."

Her wiha hate gotin, bi BHQ’yan gelek organên çapemeniyê hatine girtin, ji ber vê jî gelek nûçegihanên ku xebatên jinan dikirin û bêkar mane di bin banê platformê de li hev civiyane.

Tûran têkildarî platformê ev agahî dan:

*Tenê ji jinan pêk tê
*Ji perspektîfeke feminîst û mafê jinan dinere.

*Di mijara nûçegihaniya jinê de rikdar e.

*Di tevlêbûnê de nerm e. Ji nûçegihanên jin re vekiriye û ji hevgirtinê re vekirî ye.

*Tundiya li ser jinê dixwaze dîtbar bike û bi nûçegihaniya jinê armanc dike ku civakê biguherîne.

*Li dijî her cure nêzîkatiya antî demokratîk e, serbixwe ye.

*Ji hemû nûçegihaniya jinê re ku di qada navnetewî de dixebitin, vekiriye.

*Hevgirtina bi nûçegihanên qada navnetewî re vekirî ye.

*Hewl dide ku astengên li pêş nûçegihaniya jinê rake.

*Di xebatên atolyayê de desteka nûçegihaniyê dide.

*Ji bo ku nûçegihanên jin, bi taybetî ji bo di avakirina tora nûçegihaniya dildar de nûçe bi lezginî teşe bigire ekîmmana teknîk a platformê bi dorvegerî par ve dike.