Ayla Akat Ata: Em ê ji bo azadiyê heta dawiyê têbikoşin

Berdevka KJA'ê Ayla Akat Ata diyar kir, ew li pişt gotinên xwe yên li ser Ocalan û xebatên xwe yên KCD û KJA'yê ye, ku weke sûc hatibûn dîtin. Ata got, "Ew nikarin me bêdeng bikin. Em ê heta dawiyê, rastiyê biparêzin."

Parlamentera berê ya Êlihê û Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi biryarnameyê hate girtin Ayla Akat Ata, ku piştî girtina 6 mehan roja 4'ê Gulanê hate berdan got, ew li pişt gotinên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xebatên xwe yên KCD û KJA'yê ye, ku weke sûc hatibûn dîtin.

Akat Ata piştî hate berdan, bersiv da pirsên ANF'ê.

Ayla Akat Ata bal kişand ser darbeya qeyûm a destnîşan kir, ku ev yek weke gemarekê di dîroka Tirkiyeyê de cih girtiye. Ata got, "Di navbera pêvajoyên xespkirina vîna siyasî yên salên 1994 û 2016'an de ku hîn dewam dike, ti cudahî nîne. Ji bo vîna ku li dijî vê yekê bisekine ji holê rakin û mûxalefetê bê bandor bikin, em girtin."

Ata destnîşan kir, ku ev hewldanên rejîma AKP'ê bi ser neket û got, "Bêguman şensê wê yê serketinê nîne. Xweranegirtina di salên 1990'î de hat kirin, rêbazên hatin bikaranîn îro jî bi heman rengî xistine meriyetê. Lê belê bi ser neketin, şensê wan ê serketinê jî nîne."

Ayla Akat Ata diyar kir, ku li vî welatî hêzek heye biryara şer dide, di nava wê hêzê de jin nîne û got, "Yên ku biryara dewamkirina şerê li Tirkiyeyê dide, jin nînin. Em jî ji vê nuqteyê dest bi têkoşînê dikin. Bi civandina li hev a beşên civakî em dikarin pêşî li şer bigirin. Di pêvajoya ku weke pêvajoya çareseriyê hate binavkirin de jin bi rengekî çalak tevlî bûn û di vê mijarê de gelekî xebitîn. Rejîma AKP û Erdogan, piştî ku biryara şer girtin, beriya her kesî êrîşî jinan kir. Ev yek rewşeke rasthatî nîne. Rejîma AKP û Erdogan, ku li dijî tevgera siyasî ya Kurd dest bi darbeyê kir, di vê demê de herî zêde êrîşî jinan kir, ku pêşengî ji civakê û berxwedanê re dikin. Ji ber vê yekê girtina me û êrîşên li dijî me rewşeke rasthatî nîne. Lê jin wê her tim pêşengê vê pêvajoyê bin."

Ata anî ziman, ku yek ji sedemên girtina wê, gotinên wê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û di vî warî de got, "Ji min re got, 'Hûn ji Ocalan re dibêjin Serok, dibêjin Rêbertî'. Ev yek jî weke sûc nîşan dan û xistin nava gilînameyê. Wekî din, xebatên li nava KCD û KJA'yê di çarçoveya 'rêveberiya rêxistinê' de nirxandin û weke sûc nîşan dan." KJA anî ziman, ku tevlîbûna wan li nava çalakiyên 8'ê Adarê, rakrina cenazeyên jinên li kolanan bi rojan hatin hiştin û xebatên wan ên KJA'yê were sûc hatin nîşandan û got, "Em bi sê aliyan parastina xwe kirin. Em xwedî li xebatên KJA'yê derketin û me destnîşan kirin, ku em ê li pişt vî akrî bisekinin."

Ata anî ziman, KCD jî saziyeke ku hem di pêvajoya çareseriyê de hem jî di pirsgirêkên din ên welêt de hemû beşên civakê li hev civandiye û di pêvajoya çareseriyê de ji aliyê dewletê û siyasetê ve mûxatab hatiye girtin. Ata diyar kir, li dadgehê wan parastineke bi vî rengî kirin.

Ata got, "Birêz Ocalan lîderê PKK'ê ye. Ev mijar ne cihê nîqaşê ye. Lê di heman demê de rêberê vî gelî ye. Ji bo me jinan jî bandoreke xwe ya afirandina vîna azadiyê heye. Lewma Birêz Ocalan rêberê me ye û me jî ev parast."

Ayla Akat Ata ragihand, ku ew ê di dema herî nêz de biçe serdana hevalên xwe yên li girtîgehê û got, "Çi li girtîgehê, çi jî li derve; berxwedana me wê bi biryardarî bidome. Me ev soz dan hevalên xwe. Em ê ji bo azadiyê heta dawiyê têbikoşin."