Ji bo jinên Êzidî pêşniyazname da Parlemetoya Baselê
Parlementera SP’ê Brîgîtte Hollînger, ji bo 50 jinên Êzidî bîne Baselê û biparêze, ji bo parlemetoya bajêr Baselê pêşnîyazname şand.
Parlementera SP’ê Brîgîtte Hollînger, ji bo 50 jinên Êzidî bîne Baselê û biparêze, ji bo parlemetoya bajêr Baselê pêşnîyazname şand.
Parlemtera Partiya Sosyalîst (SP) a Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger, ji bo piştgiriya jinên Êzidî yên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê mexdûr bûne û bên parastin, ji bo Parlemetoya bajarê Baselê pêşniyaznameyek şand.
Hollînger di pêşniyaznameyê de daxwaz dike ku di navê Êzidiyên ku piştî êrîşên DAIŞ’ê kesûkarên xwe winda kirine û li kampên li herêmê hatine bicihkirin, divê Parlementoya Baselê herî kêê xwedî li 50 jinên Êzidî derkeve û wan biparêze.
Hollînger, êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê jî bibîr xit û bal kişand ser awayê qetilkirina jinan û mexdurkirinê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve.
Parlemtera Partiya Sosyalîst (SP) a Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger, destnîşan kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û şûnde gelek jinên Êzidî hatine mexdûrkirin û li kampan hatine bicihkirin, diyar kir ku bi qasî pêwîst dermankirina wan nayê kirin, ji bo parastina van jinan di vê rêveberiya Kantona Baselê bikeve nava tevgerê.
Hollînger xwedîderketina Elmanya ya li hinek jinên Êzidî yên mexdûrê êrîşên DAIŞ’ê û mafê rûniştinê daye ku li Elmanya bi cih bibin weke mînak nîşan da û daxwaz ji Rêveberiya Kantona Baselê kir ku herî kêm divê xwedî li 50 jinên Êzidî yên li kampan de dimînin derkeve û wana biparêzin.