KJK: Li hemberî faşîzmê divê eniya azadî û demokrasiyê were berfirehkirin

KJK: Di 80’emîn salvegera Terteleya Dêrsimê de divê hemû gel û aliyên demokrat ên li jêr tehdîda qirkirin û qetlîamê de ne, li hemberî faşîzma Erdogan-Bahçelî têkoşînê geştir bikin û eniya azadî û demokrasiyê berfirehtir bikin.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî 70’emîn Salvegera Terteleya Dêrsimê diyar kir ku li gorî biryara lijneya wezîran a 4’ê Gulana 1937’an qirkirina li Dêrsimê kete sala xwe ya 80.

KJK’ê di daxuyaniyê de got ku,

“Dewleta Tirk xwest ku înkar û îmhaya li ser Kurdan a li Qoçgiriyê dest pê kir, bi Şêx Seîd re domiya, bi ya Dêrsimê re temam bikin. Di qetlîama Dêrsimê de, sûcên mirovahiyê hatine kirin. Polîtîkayên asîmîlasyon, Tirkkirinê herî zêde li Dêrsimê hatiye kirin. Bi tevgera me ya azadiyê PKK’ê re zindîbûn, xwebûn û vejînek hatiye jiyîn û ji bo parastin û domandina nasnameya neteweyî ya Dêrsimê li ser vî bingehî bûye tiştekî gengaz.

Failên qetlîama Dêrsimê diyar in. Ev qetlîam ne bi tenê li ser gelê Kurd li hemberî hemû mirovatiyê hatiye kirin. Di her serdema dîrokê de wê hesabê vê qetlîamê were pirsîn.

Qetlîama li ser jinên Dêrsimê dişibe ya DAIŞ’ê ya li ser jinan. Bi hezaran jin bi darê zorê li trênan kirine, hatine sirgunkirin. Ji ber vê jî bi dehan jinên wekî Zarîfe û Besê ji bo nekevin dest û teslîm nebin xwe ji lat û kendalan avêtine. Vê berxwedana jinan a li hemberî mêtingeriyê îro jî didome; bi têkoşîna Zîlan, Bêrîtan û Arînê îro xurttir e.

Di 70’emîn salvegera Terteleya Dêrsimê de divê hemû gel û aliyên demokrat ên li jêr tehdîda qirkirin û qetlîamê de ne, li hemberî faşîzma Erdogan-Bahçelî têkoşînê geştir bikin û eniya azadî û demokrasiyê berfirehtir bikin. Divê mirov kolanan terk neke û bi vî awayî dikare pêşiya tertele û qirkirinên nû bigire. Ji ber jî di serî de jin em bang li hemû Elewî, çepgir, sosyalîst û şoreşgeran dikin ku li hemberî vê faşîzmê bibin yek.

Li ser vî bingehî em mirovên di qetlîama Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane, bi hurmetdarî bi bîr tînin û em soz didin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna neteweya demokratîk de bidin jiyîn.”