Parlementera HDP’ê Konca bi şertê kontrola adlî hat berdan
Parlementera Sêrte ya HDP’ê Besîme Konca ji doza “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” bi şertê kontrola adlî hate berdan.
Parlementera Sêrte ya HDP’ê Besîme Konca ji doza “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” bi şertê kontrola adlî hate berdan.
Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca ya ku di Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê de bû, bi şertê kontrola adlî hate berdan. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Batmanê hate kirin û ji dêvila Koncayê parêzerên wê beşdar bûn. Konca ji ber ku beşdarî cenazeyê Cîhat Turkan (Çiyager Sûr) bûbû yê ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû, doz li Koncayê hatibû vekirin.
Di dozê de heyeta dadgehê bi yekdengî biryara tehliyekirina Koncayê hate da.
Heyeta dadgehê biryar da ku Konca bi şertê kontrola adlî were berdan. Piştî biryara berdanê rûniştina bê taloqî 31’ê Gulanê hate kirin.