Dayikên Şemiyê: ‘Ev erdnîgarî bû erdnîgarya mirinan’
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Husemetîk Yaman û Mehmet Soner Gul pirsîn û gotin, ‘’Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe’.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Husemetîk Yaman û Mehmet Soner Gul pirsîn û gotin, ‘’Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe’.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Husamettîn Yaman û Mehmet Soner Gul pirsîn û wiha gotin: "Polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin di îtirafên xwe de got ku Yaman û Gul înfaz kirine. Got ku gotinên wan ên dawî 'rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe' bû."
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û kiryar bên darizandin li Qada Galatasarayê cara 632'yemîn hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Husamettîn Yaman û Mehmet Soner Gul ên di 1992'yan de hatin binçavkirin û windakirin hate pirsîn.
Birayê Kenan Bîlgîn ê di bin çavan de hate windakirin Îrfan Bîlgîn ewil axivî û Denîz Gezmîş Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên ku beriya 45 salan hatin darvekirin bi bîr anî û got ku ji bo ku kiryar bên dîtin li Qada Galatasarayê têdikoşin lê darizandin nayê kirin. Bîlgîn got ku têkîldarî dosyaya birayê wî Kenan Bîlgîn nivîsek ji wan re hatiye şandin û agahiya ku dosya dem borî bûye dane wan.
Birayê Husamettîn Yaman ê di 1992'yan de hate windakirin, Feyyaz Yaman jî axivî û wiha got: "Bi salan e dozên ku em li pey in nayên encamkirin. Tu hêviya min tuneye. Ev erdnîgarî bû cografyaya mirinan." Yaman got ku şîdet hê jî didome, wijdan nerehet in û wiha axivî: "Ev der wê bibe hefizeya civakî. Nikarin vê derê bikolin, Ew mirin û şîdetê dixwazin. Her dikujin tune dibin. Lê em dijîn. Yên ku dijîn bi berxwedêriya Newrozê ve dijîn."
'2 ZAROK DI XEW DE DI BIN PANZERÊ DE MAN'
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kir ku her roj agahiyê mirinan digirin û wiha axivî: "Hê duh 2 zarok dema radizan di bin panzerê de man. Ji serokomar û serokwezîr tu agahî nehat. Telenî malbatê jî nekirin. Ma êdî mirov çi bibêje. Ez pêşerojekî ku mirin tuneye dixwazim."
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Nûnera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Stenbolê Umît Efe ve hate xwendin. Efe çîroka windakirina Husamettîn Yaman û Soner Gul perve kir. Piştî ku çîroka Yaman û Gul hate parvekirin, Efe got ku di 19'ê kanûna 2011'an de îtirafên polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin hatin weşandin û wiha axivî: "Çarkin di îtirafên xwe de got ku piştî ku Husamettîn Yaman û Soner Gul hatine binçavkirin ew birine qada daristanê û li wir pirsyar kirine û înfaz kirine. Gotina wan a dawî jî 'rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe' bû."
Efe destnîşan kir ku malbata Yaman gilî kiriye xwestiye dosya ji nû ve bê vekirin lê ligel îtirafên Çarkin dosya di navbera Enqere û Stenbolê de çûye û hatiye û di çarçoveya sûcên rêxistinê de hatiye derxistin û îyadeyî buroya sûcên memûrên dewletê hatiye kirin, heta îro jî pêşketin çênebûye, 25 sal in dozger qural û rêgezên navneteweyî yên têkîldarî pîşeya xwe bin pê dikin.