Ji bo şervana YPJ’ê Fehîme Yaman konê sersaxiyê hate vegirtin
Ji bo Fehîme Yaman (Zozan Botan) a ku şervana YPJ’ê bû û di pêngava azadkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Dîlokê konê sersaxiyê hate vegirtin.
Ji bo Fehîme Yaman (Zozan Botan) a ku şervana YPJ’ê bû û di pêngava azadkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Dîlokê konê sersaxiyê hate vegirtin.
Rêxistinên navçe û bajêr ên HDP û DBP’ê çûn serdana şîna Zozan Botan a ku di pêngava azadkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû.
Heyeta ku di nav wan de Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Guler Erat, Hevseroka DBP’ê ya Dîlokê Gulsem Demîr û Hevserokê DBP’ê ya navçeyê Xebat Gengeç û endamên Meclîsa Jinan a Bajêr a HDP’ê hebûn çûn şîna şervana YPJ’ê ya Zozan Botan a ku di pêngava rizgarkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû. Gulê Yaman a ku li Taxa Guneşê ya navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê şîn digerand diyar kir ku Fehîme di têkoşîna azadiyê de gihiştiye abadîniyê.