Kê Siûdî ji bo Komîsyona Statûya Jinan hilbijart?
Nayê zanîn bê ka kê Erebîstana Siûfî ji bo Komîsyona Statûya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hilbijartiye.
Nayê zanîn bê ka kê Erebîstana Siûfî ji bo Komîsyona Statûya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hilbijartiye.
Li Siûdî Erebîstanê mafê hemwelatîbûnê yê herî jirêzê jî yê jinan nîn e, ti welatekî Ewropî li wê şerma ku Erebîstana Siûdî ji bo Kom,Komîsyona Statûya Jinan a Neteweyên Yekbûyî hilbijartine xwedî dernakeve, gelek jê gotinê di devê xwe de dibin û tînin û rengê dengê xwe vedişêrin.
Piştî ku Erebîstana Siûdî 2015’an bû serokê Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê (UNHRC), meha bihurî jî piştî ku ji bo Komîsyona Statûya Jinan hate hilbijartin şîroveyên ‘ê ku şewat derxist kirin agirkuj’. Gelek saziyên mafê jinan vê endamtiyê ‘absûrd’ dibînin û derketibû holê ku di dema dengdanê de 5 endamên welatê Ewropa deng daye.
Di dengdanê de ji bilî Fransa û Elmanya Belçîka, Çekya, Estonya, Yewnanîstan, Italya, Portekîz, Swêd, Brîtanya û Fînlandiya hebûn.
Piştî dengdana weke henekan, nîqaşên li ser vê mijarê hê bi dawî nebûne.
WÎKÎLEAKS JI BO DENGÊ SWÊD 10 HEZAR DOLAR XELAT DANIYE
Wîkîleaks piştî dengdanê daxuyanî da û diyar kir hikûmeta Swêd dengê xwe vedişêre û kî têkildarî vê mijarê belgeyan bîne wêb i 10 hezar dolarî were xelatkirin.
Li Norwêçê jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin da ku diyar bike bê ka ji bo Siûdiyan dengê erê dane yan na.
BELÇÎKA LÊBORÎN XWEST LÊ JI BO SIÛDIYAN RENGÊ DENGÊ XWE DIYAR KIRIYE
Hikûmeta Brîtanya diyar nekir bê ka ji bo Siûdiyan dengê xwe daye yan na, Serokê Belçîka Charles Mîchel ji bo dengê ku ji bo Siûdî dayî lêborîn xwest. Lê li gel vê lêborînê jî tê gotin ku talîmat ji dîlomatên Belçîkayê re çûye ku rengê dengê xwe ji bo nûnerên Erebîstana Siûdî diyar bikin.
Rêveberê saziya bi navê Human Rîghts for Yemen Kîm Sharîf jî dibêje li pişt deriyan bi Siûdî re bazar hatine kirin û ev rewş wê bi ‘dirûtî’yê derbasî dîrokê bibe, ji ber ku wiha ye.
Di televizyona RT a Rûsyayê de, di bernameyekê de tinazê xwe bi vê biryara hetiketî hate kirin û hate gotin, ‘’Ji berê ve teqez bibû ku Siûdî hatine hilbijartin’’
RT bal kişande ser wê ku ti welatê tevlî dengdanê bûyî ji bo wan daxuyaniyeke zelal nedaye.